Li Çînê otelek şewitî: 18 kes mirin

Di şewata li oteleke dikeve  bakurê rojhilatê Çînê de herî kêm 18 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûne.

Şewata li harbîn a paytexta eyaleta Heîlongjîangê derket de, li gor saeta herêmî saet 04:36’an derketiye.

Li gorî ajanda nûçeyan a Nû ya Çînê, li nava otelê cenazeyê 18 kesan hatiye dîtin û 19 kesên birîndar jî rakirine nexweşxaneyan.

Di dîmenên ku CCTV parvekirî de, otel di şewatê de hilweşiyaye, camên şibakeyan şikestine û dîwar reş bûne.

Di demên dawî ya li Çînê de ewlekdarî li ber çavan nayê girtin, ji ber şewatê gelek kes dimirin.

Di şewata meha Nîsanê li saloneke ya dikeve başûrê Çînêde 18 kes miribûn, 5 kes jî birîndar bibûn. Di şewata meha Mijdarê ya li pansyoneke dikeve başûrê Pekînê de jî 19 kes miribûn, 8 kes jî birîndar bibûn. Dîsa di şewata Gulana sala 2015’an a li pansyoneke ya teqaqîtbûyî ya li bajarê Pîngdîngshan a li eyaleta Henan a dikeve navendê de, 38 kes jiyana xwe ji dest dabûn.