Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê li girê Şehîd Canxurt ê qada Herekolê, li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirin. Di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Gerîlayên HPG'ê: Ruhê hevrê Egîd ji bo me mînak e ku Serokatî fêhm kir û bîrdoziya wî xist meriyetê. Em wî ruhî ji xwe re esas digirin. Em ê li ser şopa wî bin.
Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîdar Ararat got, "Tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye."
Kasim Engîn: Karakterê çewt ê ku mêtingerî-dagirkeriyê li ser gelê me ferzkirî, bi saya 15'ê Tebaxê hatiye parçekirin, rakirin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî êrîşên dewleta Tirk bi heman e li Lêlîkanê li ber xwe didin. Baran Erdalan ku yek ji van gerîlayan e got, li Lêlîkanê şer ji bo rûmetê tê kirin.
PJAK'ê bal kişand ser girîngiya avakirina Meclîsa Neteweyî ya Demokratîk a li Rojhilatê Kurdistanê û bi 10 xalan bang li hemû hêz û rêxistinên li rojhilat kir.
Piştî ku encamên teqez ên hilbijartina 12’ê Gulanê hatin ragihandin çar partiyên Kurdistanê diyar kirin ku ew encamê red dikin.
Gundê Til Xatûn ê navçeya Tirbespiyê yê Êzidiyan dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk. Ji ber êrîşên dewleta Tirk beşek ji gundiyan koç kirin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ji bo dizî û talanê hev dikujin.
Endamê Konseya Serokatiyê ya MSD'ê Hesen Elî bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi rejîmê re û got, "Her du alî dibêjin, cihê dewleta Tirk li Sûriyeyê nîne."