Destpêkê dagir kirin, niha jî li ser malê diziyê hev dikujin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ji bo dizî û talanê hev dikujin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ji bo dizî û talanê hev dikujin.
Dewleta Tirk û komên wê yên çete piştî ku Efrîn dagir kirin, mal, kargeh, dehl û rez û zeviyên Efrîniyan ên li navend û gundên Efrînê talan kirin û hîn jî talan dikin.
Çeteyên ku çavê wan ji dizî û talanê têr nabin, niha jî hev dikujin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, doh êvarê saet 21'ê li kolana Mahmûriyê ya li navenda Efrînê, çeteyên Hemzet û Ehrer El Şerqiye li ser malên diziyê bi hev ketin. Tê gotin ku di vî şerê talanê de 15 çete ji her du aliyan mirine.