PJAK'ê ji bo Meclîsa Neteweyî ya Demokratîk 10 xal pêşniyar kir

PJAK'ê bal kişand ser girîngiya avakirina Meclîsa Neteweyî ya Demokratîk a li Rojhilatê Kurdistanê û bi 10 xalan bang li hemû hêz û rêxistinên li rojhilat kir.

Piştî ku Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) nexşerêyeke hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêkan û krîzên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir, PJAK'ê 10 xal ji bo hevgirtina hizb û rêxistinên Rojhilat eşkere kir. PJAK'ê daxuyaniyek da û bang li rewşenbîr û hizbên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi awayekî piranîgir û hevkariyê çarenûsa civakê binirxîn.

PJAK'ê bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û rakirina nakokiyên navera hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê.

'PÊWÎSTÎ BI ENIYEKE NETEWEYÎ HEYE'

PJAK'ê diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelê Kurd pêkhateya herî bi rêxistin kiriye û pêwîstiya hizb û rêxistinên din ên Îranê bi ezmûna gelê Kurd heye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo gelê Kurd di nava van guhertin û pêşbirkên siyasî de bibe xwedî rol, divê eniyekî neteweyî hebe, eger na wê bibe aliyekî pêkanînê û kirdeyekî ya berjewendiyên siyasî yên din."

10 XALÊN JI BO MECLÎSA NETEWEYÎ YA DEMOKRATÎK

PJAK'ê bi van 10 xalan bang li hêzên Rojhilatê Kurdistanê kir.

1- Ji bo nakokiyên navbera hêzên siyasî bên rakirin, divê komîsyoneke hevbeş bê avakirin. Di nava komîsyonê de ronakbîr û akademîsyen xwedî rola sereke bin.

2- Avakirina meclîsa neteweyî û demokratîk a pirhizbî. Bi beşdarbûna nûnerên hizban û kesayetên nehizbî, rêxistinên civakî yên Rojhilatê Kurdistanê ku wê erka wê çavdêriya nêzîkbûn û tevgera hemû hizban û aliyên siyasî yên Kurd be.

3- Pêkanîna hêzekî leşkerî û artêşî ya neteweyî. Di çarçoveya parastina rewa de hevbeş be.

4. Pêkanîna encûmenekî leşkerî, bi çavdêriya Meclîsa Neteweyî û Demokratîk.

5. Pêkanîna Encûmena Dîplomasî ya hevbeş. Ji bo nûnertiya Kurdan di lihevkirinên cîhanî û herêmî de bike. Li jêr çavdêriya Meclîsa Neteweyî û Demokratîk de.

6. Pêkanîna medya û televîzyona hevbeş. Ji bo belavkirina siyaseta Meclîsa Neteweyî, li ser asta Îran û Kurdistanê.

7. Pêkanîna navenda lêkolîna stratejiya Kurdistanê, li Ewropa bi beşdarbûna Kurdan, ji bo lêkolînkirinê û şêwra li gel Meclîsa Neteweyî, hizban û rêxistinên siyasî.

8. Pêkanîna navendekê ji bo lidarxistina çalakiyên hevbeş ên weke konferans, civînên nerazîbûnê, greva karkeran ji bo ahengiya li gel civaka Rojhilatê Kurdistanê.

9. Pêkanîna sazî û rêxistinên pirhizbî. Bi taybetî bi jinan, li ser bingehê çareserkirinên derbarê jinan de. Bi biryarên hevbeş. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên jinên Rojhilatê Kurdistanê.

10. Pêkanîna komîsyoneke hevbeş ji bo çalakiyan û rojane çavdêriya rewşa girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgehên Komera Îslamî ya Îranê bike û têkoşînê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî bike.