Tecrîd li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li paytexta Yewnanîstan Atînayê, li paytexta Îngilîstan Londonê, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û li bajarê Lîmasol ê Qibrisê Kurdistanî daketin qadan û xwestin tecrîd tavilê were rakirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê agahdarkirinê hatibû vedan. Çalakiya ku bi vê armancê bi zimanên Îngilîzî û Hollandî gelek belavok hatin belavkirin bi mîtîngekê qediya.

Qisekeran gotin, "Heta ku Birêz Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em ê çalakiyên xwe bidomînin."

ATÎNA

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan ku berî 6 rojan dest pê kir bi meşekê qediya.

Girseya gel berê xwe da Konsolosxaneya Tirk û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Kujer, faşîst Tirkiye" qîriya. Di dawiya çalakiyê de li ber avahiya konsolosxaneyê daxuyaniyek hate dayin.

LONDON

Çalakiya 'Konê Agahdarkirinê' ku ji bo azadiya Ocalan 8'ê Tebaxê li paytexta Îngilîstan Londonê dest pê kir doh bi daxuyaniyeke çapemeniyê qediya. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd û Meclîsa Jinê ya Roj ve hate organîzekirin.

Di nava çar rojan de belavok hatin belavkirin û li ser tecrîdê agahî hatin dayin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, çalakiya 'Konê Agahdarkirinê' yê 3 roj berê dest pê kir, bi meşekê qediya.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bajarên Frankfûrt, Offenbach, Hanaû, Russelsheîm, Maînz, Gîessen, Ascheffenbûrgê tevlî çalakiyê bûn. Meşê saet 17'an ji ber Gara Trenê ya Frankfûrtê dest pê kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Azadî ji ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Bila dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn" û posterên Ocalan hatin hildan. Çalakgeran dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" qîriyan û belavok belav kirin.

Di dawiya meşê de li meydana Romerê mîtîngek hate lidarxistin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi zimanên Elmanî û Kurdî axaftin hate kirin û hate xwestin ku dawî li tecrîda li ser Ocalan bê anîn.

Qisekeran diyar kirin ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin û gotin, "Roj roja şikandina polîtîkaya tecrîdê ye. Çawa ku em ji bo Kobanê û Efrînê bi hezaran kes daketin qadan, îro jî ji bo Rêber Apo divê em dakevin qadan."

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Ocalan kon vedan.

Kon saet 16'an hate vedan, belavok hatin belavkirin û pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hate vekirin.

Ji bo teşhîrkirina tecrîdê dowîz hatin vekirin. Çalakî wê îro jî bidome.