4 partiyên Başûr encamên hilbijartinan red kirin

Piştî ku encamên teqez ên hilbijartina 12’ê Gulanê hatin ragihandin çar partiyên Kurdistanê diyar kirin ku ew encamê red dikin.

Piştî ku encamên teqez ên hilbijartina Iraqê û Başûrê Kurdistanê ya 12’ê Gulanê hatin ragihandin Tevgera Goran, Îslamî Yekgirtû, Komala Îslamî û Tevgera Demokraîsî û Dadê li Navenda Tevgera Goran hatin cem hev û encamên hilbijartinê nirxandin.

Piştî nirxandinê Sekreterê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî, Sekreterê Îslama Yekgirtû Selahaddîn Bahaddîn û Lîderê Komala Îslamî Elî Babîr, lîderê Koalîsyona Demokasî û Dadê Berham Salih daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniya hevpar de hate gotin ew encamên teqez red dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji bo ku dek û dolaba mezin binixumînin xuyaye hin sendoq bi dest hatine hijmartin."

Di daxuyaniye de hate gotin, "Li Iraqê û Başûr kêm sendoq dîsa hatin vekirin û hijmartin" û bi berdewamî hate gotin, "Em encaman red dikin û helwesta xwe ya berê didomînin. Ji bo ku pêbawerî bi pêvajoya siyasî were û dengên hilbijêran biparêzin em ê serî li rêyên yasayî bidin."

Partiyan beriya niha gotibûn heke li ser babeta hîle û dek û dolaban fikarên wan bersivê nebinin ew ê tevlî pêvajoya siyasî ya Iraqê nebin. Tevlênebûna li pêvajoya siyasî tê maneya temsîlnebûna beşekî û her wiha bi kêm parlamenteran vebûna Parlamentoya Iraqê.