Elî: Em bi rejîmê re rûdinên, armanca sereke azadiya Efrînê ye

Endamê Konseya Serokatiyê ya MSD'ê Hesen Elî bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi rejîmê re û got, "Her du alî dibêjin, cihê dewleta Tirk li Sûriyeyê nîne."

Endamê Konseya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku krîza li Sûriyeyê bi rêya diyalogê çareser dibe. Elî got, "Şer û bikaranîna çekan em gihandin vê radeyê ku zerareke mezin li civakê bû. Me dît ku çek tenê dikare li dijî çeteyên ku êrîşê dibin ser civakê bên bikaranîn."

LI SER ÇI AXIVÎN?

Elî li ser rojeva hevdîtina bi rejîma Sûriyeyê re ev agahî da:

"Di destpêka civînê de pêşniyarên me yên der barê rêveberiyên xweseriya demokratîk û herêmên ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, rêveberiyên sivîl, serketinên gelê Bakurê Sûriyeyê hebûn. Ev nimûneyên azadî û demokrasiyê ne. Me dikarî ewlehiya herêmên xwe biparêzin.

Benda me ya sereke di civînê de; di rêveberiyên Bakurê Sûriyeyê yên xweser û herêmî de hemû ol, mezheb û pêkhate beşdar dibin. Rejîma Sûriyeyê jî 107 qanûnên taybet bi rêveberiyên herêmî yên Sûriyeyê pêşniyar kirin û biryar da ku li ser van mijaran nîqaş bike û çareyên guncaw jê re peyda bike. Li gel wan jî danûstandinên aliyan wê dewam bikin.

Îdiayên dibêjin wê herêm radestî rejîma Sûriyeyê werin kirin, armanc jê tevlihevî derxistin e. Em tekez dikin ku herêmên bi xwîna lehengan hatine rizgarkirin ne mijara bazirganiyê ne û bi ti awayî em vê mijarê bi kesî re parve nakin."

'AZADIYA EFRÎNÊ ARMANCA ME YA SEREKE YE'

Elî da xuyakirin ku hevdîtinên bi rejîmê re dewam dikin û li ser Efrînê jî got, "Nêrîna me her duyan ew e ku Tirkiye dewleteke dagirker e, di nav de Efrîn, gelek herêmên Sûriyeyê dagir kiriye. Li gorî her du aliyan cihê Tirkiyeyê ne li Efrînê û ne jî li herêmên din ên Sûriyeyê tine ye.

Girêdayî dagirkirina Efrînê, diyalog bi dewletên cîhanî re hene. Ji ber bûye mijareke girêdayî dewletên cîhanê û rejîma Sûriyeyê jî. Madem ku armanca me yekîtiya xaka Sûriye ye, rizgarkirina Efrînê wê ji hemû herêmên ku Tirkiyeyê dagir kirine re nameyek be. Armanc û erka me ya sereke rizgarkirina Efrînê ye."