Ararat: CPT a li pêşberî tecrîdê bêdeng e, divê bê teşhîrkirin

Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîdar Ararat got, "Tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat tevlî bernameya Rojeva Jinê ya Stêrk TV bû û got, "Divê CPT û Konseya Ewropayê bên teşhîrkirin ku xwe li pêşberî êşkenceyê bêdeng in."

Ararat bang li ciwanan kir ku li dijî faşîzmê berê xwe bidin nava refên têkoşîna azadiyê û işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Ararat destnîşan kir ku tecrîd êrîşeke topyekûn e li dijî gelan bi taybetî li dijî jinan e.

'SAZIYÊN LI PÊŞBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG IN, DIVÊ BÊN TEŞHÎRKIRIN'

Ararat diyar kir ku tecrîd polîtîkayeke sîstemê ye û got, sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê êşkenceya li dijî tevahiya Tirkiyeyê ye. Ararat da xuyakirin ku nêrîn û projeyên Ocalan di nava gel de rê li ber alternatîfa jiyaneke azad vekiriye û anî ziman ku ji ber vê yekê tecrîd li ser jinan, gelan û hemû aştîxwazan tê ferzkirin.

Endama Koordînasyona PAJK'ê bal kişand ser pêngavên li dijî tecrîdê yên li Ewropa û Rojavayê Kurdistanê dest pê kirine û got, "Çalakiyên tên lidarxistin, mîna pêla avê divê mezin û radîkal bibin û bi rêbazeke girseyî bên kirin."

Ararat li ser Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê ku li pêşberî êşkenceya li Îmraliyê û ya li hemû girtîgehan bêdeng in, ev nirxandin kir: "Êşkenceya li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Saziyên ku li pêşberî vê yekê bêdeng in, divê li her derê bên teşhîrkirin." Ararat destnîşan kir ku ev sazî neçar bimînin ku rojekê hesab bidin gelan.

'TIRKIYE ÊDÎ BÛYE GIRTÎGEHEKE SERVEKIRÎ'

Di dewama axaftina xwe de Ararat işaret bi rewşa girtiyên siyasî kir û got, Tirkiye bi rejîma faşîst re veguheriye 'girtîgeheke servekirî'. Ararat destnîşan kir ku zîhniyeta faşîst kîmya civakê xera kiriye, rizandiye. Ararat bal kişand ser êşkenceya fîzîkî-psîkolojîk a li girtiyên siyasî tê kirin, bi taybetî jî saxkirina bi rengê tazî ku li girtiyên jin ên nexweş tê ferzkirin û got, ev yek ji bo jihevxistina rêxistiniya civakê tên kirin.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê got, "Hemû şehîdên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Di serî de artêşbûyîna jinê, Pêngava 15'ê Tebaxê rê li ber têkoşîna ji 34 salan vekir. Ji ber vê yekê derbeke ku li hêzên faşîzmê hatiye xistin ku digotin 'me Kurd qedandiye'."

Ararat bang li ciwanan bi taybetî jinên ciwan kir ku li dijî faşîzmê tevlî nava refên PKK'ê bibin.