Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê çalakî kirin: 4 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê li girê Şehîd Canxurt ê qada Herekolê, li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirin. Di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê li Sêrt û Bedlîsê çalakî kirine.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Hêzên me çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê 10’ê Tebaxê saet 16.00’an li Sêrt qada Herekolê, li girê Şehîd Canxurt çalakiyek li dijî artêşa TC’ê ya dagirker kirine. Ji du baskan ve hêzên me li leşkerên dijmin ên gir reşandine û di encamê de 4 leşkerên dijmin hatine kuştin.

12’ê Tebaxê saet 03.00’an hêzên me yên YJA Starê li Bedlîsê, li nêzî qereqola Şêx Cuma çalakiyeke sabotajê li stesyona Bazê ya Katil kirine. Di vê çalakiyê de stesyona bazê hatiye rûxandin."