'Em ê li ser şopa fermandar Egîd bin'

"Ruhê hevrê Egîd ji bo me mînak e ku Serokatî fêhm kir û bîrdoziya wî xist meriyetê. Em wî ruhî ji xwe re esas digirin. Em ê li ser şopa wî bin."

Gerîlayên HPG'ê bi wesîleya salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivîn.

Cûma Zagros salvegera pêngava dîrokî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel û gerîlayan pîroz kir û got, "Guleya destpêkê hem li dijmin ket, hem jî li mejiyê Kurdê razayî. Wê guleyê gel anî ser hişê xwe. Hêz û cesaret da gel. Şerê me yê çekdarî 34 sal in dewam dike û gihîştiye qonaxeke bilind. Berê me li serketineke mezin e. Em ê vê serketinê diyarî Rêber Apo bikin."

Haşim Havîn jî 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd xwe şînkirina dareke hişk bi nav kir û got, "Gaveke girîng hate avêtin û artêş hate avakirin. Û ev artêş li dijî dewletên herî mezin şer dike. Weke têkoşerên vê partiyê, erka ku dikeve ser milê me, bicihanîna sonda ku me daye şehîdan û Serokatî ye. Ev sond jî afirandina Kurdistaneke azad, jiyaneke azad û rizgarkirina gelê bindest e. Em ê li ser şopa şehîdan bin."

Levend Sîverek da xuyakirin ku 15'ê Tebaxê gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar kir û wiha dewam kir: "Beriya 15'ê Tebaxê tinebûn û qirkirin li ser gelê Kurd hatibû ferzkirin. Gel jî bêdeng bû. Fîşeka yekemîn a ku di 15'ê Tebaxê de hate teqandin bû bersiva gelê Kurd a li dijî dagirkeriya Tirk. Her kes rakir ser piyan. Erka me ku di nava her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Lezgîn Bawer bal kişand ser kesayetiya fermandar Egîd; "Fermandar Egîd bi wêrekî, milîtanî û dilsoziya xwe ya bi tevgerê û Serokatî re bandoreke mezin li me kir. Li ser şopa şehîd Egîd û hemû şehîdan em ê ti carî dest ji vê dozê bernedin. Hevaleke/î tenê jî ji me bimîne em ê li ser şopa vê rastiyê bin. Û ti carî em ê serî li ber dewleta Tirk a dagirker netewînin. Em ê şer û siyaseta xwe timî bidomînin."

Baran Birokî jî li ser 15'ê Tebaxê got, "Beriya 15'ê Tebaxê dijmin Kurd kiribû weke dara ziwa. Tiştek nehiştibû. Bi destpêkirina pêngava 15'ê Tebaxê re hate dîtin ku Kurd ne ziwa ye. Dema bixwaze dikare careke din li ser koka xw,e li ser axa xwe şîn bibe. 15'ê Tebaxê zindîbûna gelê Kurd e."