Engîn: Cejna Vejînê Kurd bi ser xwe ve anî

Kasim Engîn: Karakterê çewt ê ku mêtingerî-dagirkeriyê li ser gelê me ferzkirî, bi saya 15'ê Tebaxê hatiye parçekirin, rakirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an ku PKK'ê li dijî dewleta Tirk li Dihê bi pêşengtiya Mahsûm Korkmaz çalakiya yekemîn a çekdarî li dar xistibû, ji ajansa me re axivî. Engîn, 15'ê Tebaxê weke roja vejînê bi nav kir û got; "Ji bo me Kurdan hem cejn hem jî şahiyek e. Eger roja 15'ê Tebaxê weke roja vejînê were nirxandin, wê demê beriya vê jiyaneke din jî heye."

TÊGEHA BIŞAVTINÊ TÊRA VEGOTINA REWŞA KURDAN NAKE

Engîn destnîşan kir, ji bo ku maneya 15'ê Tebaxê were fêhmkirin, pêwîstî bi fêhmkirina rewşa beriya 15 Tebaxê heye û wiha dewam kir; "Beriya 15'ê Tebaxê, rewşa gelê Kurd, bi taybetî jî ya li Bakurê Kurdistanê çi bû? Bi sedan salan li ser civaka Kurd êrîşên dijwar hene. Bi taybet jî di sedsala 20'an de Kurd girtin nava pêvajoya qirkirina bê navber. Ev qirkirin bû sebeb ku di nava civaka Kurd de gelek guhertinên negatîf çêbibin. Îro, qirkirina pêk hatî her çendî wekî bişavtin were nirxandin jî, têgeha bişavtinê têra vegotina vê rewşê nake. Helandin ne tenê di milê ziman de hatiye kirin. Erê, em dizanin hêzên dagirker ziman qedexe kirin, nehiştin Kurd bi zimanê xwe biaxivin. Ev tenê yek ji mijaran e. Di esas de qirkirina ku di layê çand, fîzîk, ruhî de li ser civaka Kurd ferz kirin bû sedem ku tevahî karakterên vê civakê ku ji kûrahiyên dîrokê ve hatine, werin guhertin. Civaka ku di esas de wekî afirînerê şoreşa gund, şoreşa zîraetê û şoreşa neolîtîkê, dixin bin pençeyê qirkirinê, tevahî karakterên wê berevajî dikin."

CIVAK KETIBÛ NAVA ÇERXÊN OTOASÎMÎLASYONÊ

Engîn qala guhertina ji ber qirkirinê kir; "Civakeke ji xwe bawer, dibe civakeke ji xwe ne bawer. Civakeke afirîner dibe civakeke kobûyî. Ferdê civakeke komînal, dikin ezez. Civakeke yekgirtî dikin civakeke parçebûyî. Civakeke ku di milê mêjî de vekirî, dikin civakeke mêjîgirtî. Kesayetekî di milê ruhî de tehrîbûyî û şkestî, xwe najî heye. Rastiyek parçebûyî heye. Ev însan ne mimkûn e rehet bibe, gengeşiyên xwe hene. Ne mimkûn e hevahengiyên xwe hebin. Însanekî wiha ne mimkûn e rast, bi aqil bifikire. Ne mimkûn e di milê çandî de xuluqkar be. Belavbûyî ye. Lê di serî de ev dikare bê gotin ku ya ku ev kesayeta parçeparçebûyî afirandî dagirkerî ye, mêtingerî ye.

Çerxa dagirkeriya li ser Kurdistanê, qirkirina çandî ya li ser gelê me, bû sedem ku di paşerojê de civakeke ji xwe ne bawer rû bide; însanekî ji xwe ne bawer, însanekî bi teredud, însanekî ji xwe dûrketî, însanekî ku ji xwe direve. Însanekî di esas de ji însaniyeta xwe direve. Ev bê guman di milê ruhî de gelek astengî û nexweşiyan jî çêdike. Ev dibe sebeb ku însan di hundir de hebûneke din bijî. Vê yekê di kesayetiya mirovan de rê li ber şikestineke mezin vekir. Çi di milê civakî de çi jî di milê ferdî de dibe, bi vî rengî ye. Hêzên dagirker bi siyaseta xwe ya li ser civaka Kurd, ne tenê bişavtinek, ne tenê qedexeya ziman, ew qasî bi pêş de diçe, wisa li civakê kiriye ku êdî civak bi xwe, xwe asîmîle dike. Jê re otoasîmîlasyon jî tê gotin. Otoasîmîlasyon, di hemû aliyan de, di mirovekî de karakter çi dibe bila bibe, dide guhertin. Ev, siyasetek wisa bû ku dagirkeriyê bi sedan salan li ser civaka me ferz kir. Mînak, li Bakurê welatê me, dema ku em bala xwe bidin salên 1970'î, êdî ev pêvajoya tinekirinê li gorî wan temam bûye. Kurd êdî nemane; tenê beden maye. Ruh êdî nîne, ruh êdî ew ruh e ku li Tirkbûyînê digere, li Kemalizmê digere. Ruhekî wisa ye ku ji xwe direve, êdî tevda mêtingeriyê dipejirîne. Ji giştî nirxên pozîtîf ên Kurdayetiyê revek çêdibe. Çima? Kurdbûyîn êdî buha tê, xeteriyê tîne; aborî, siyasî, civakî, çandî di tevahî qadên jiyanê de bedelên xwe pir giran e. Ji bo ku mirov karibe bijî revê esas digire."

15'Ê TEBAXÊ CEJNA VEJÎNÊ YE

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, gotina Frantz Fanon a guleya yekemîn bi bîr xist û got; "Ev gule, di serî de ne ji bo mêtingeriyê, ji bo ew kesê bişavtî ye. Di serî ji bo ew kesî ye ku dagirkerî qebûl kiriye, ji xwe direve. Guleya yekem dibe guleya afirîner, azadkirina wî ferdî. Wî ji tevahî pençeyên qirkeran xelas dike. Em dizanin Frans Fanon ev ji bo gelê Cezayîrê anîbû ziman. Tiştê ku li Cezayîrê rû da, her çiqasî ne hêsan be jî, yê li Kurdistanê rû daye qat bi qat zêdetir e. 15'ê Tebaxê ji bo kesekî wiha ketî, bêxêr, giştî hebûna xwe ji bo memûrtiyekê, xizmetkariyek baş a sîstema mêtinger xerc dike dibe rêya xelasbûyînê, dûrketinê. Ango 15'ê Tebaxê, guleya yekem e ku rêya xwebûnê vedike. 15'ê Tebaxê ji nû ve avakirina însanekî bi xwe bawer e. Ji nû ve ji rewşa ketinê derbasî rewşa afirandinê dike. Ew civaka parçeparçebûyî derbasî milê yekîtiyekê dike. Di serî de şoreşa civakî ye. Çandî ye. Beriya hemûyan jî şoreşek ruhî ye. Siyasî ye. Şoreşek herî pêş a jinê ye. A ciwanan e. Şoreşa çanda xweşbînî ye. Di vê manê de 15'ê Tebaxê wekî roja vejînê ye. Ji ber ku tevahî karekterên ku dijmin li ser civaka Kurd ferzkirî parçe kirine, rakirine. Kurdekî ku ji bo mirîşkan hevûdu dikuştin, ji bo bostek xak hevûdu dikuştin, ji bo tiştekî biçûk bi dehan mirov dikuştin guhertiye. Ji fikrên teng ên malbatî, eşîrî, ên aborî derxist û bi fikir, armancên neteweyî ve girêdan. Ev hemû di serî de nirxên afirîneriya 15'ê Tebaxê ne. Beriya 15'ê Tebaxê Kurd eskerê herî baş ê hinên din bû. Lê 15'ê Tebaxê hişt ku Kurd bibe eskerê xwe. Rê vekir ku xwe bi hemû gelan re bike yek, pêşengtiyê ji wan re bike. Kurdê ku bi fikrê teng ê neteweperestiya teng radibû, bi 15'ê Tebaxê re bû pêşengê rêya civaknasiyê, sosyalîzmê. Bû pêşengê felsefeya neteweya demokratîk. Ev giştî nîşane ye ku 15'ê Tebaxê karaktereke nû ava kir. Karaktera  civaka Kurd a ku dagirkeriyê bi êrîş, çavtirsandin, komkujî, qirkirinê guhertibû, 15'ê Tebaxê careke din sererast kir. Di vê manê de dema ku wekî cejna vejînê tê nirxandin dibe pênaseyek rast. Bi rastî jî cejna vejînê ye. Di serî de ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan ev cejn pîroz be."