Dewleta Tirk li gundê Til Xatûn ê Êzidiyan hatiye xezebê

Gundê Til Xatûn ê navçeya Tirbespiyê yê Êzidiyan dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk. Ji ber êrîşên dewleta Tirk beşek ji gundiyan koç kirin.

Gundê Til Xatûn bi 10 kîlometreyan li bakurê Tirbespiyê ye. Salên 1990'î nêzî 100 malbatên Êzidî lê bûn. Gundiyên ku bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin, ji ber ku leşkerên Tirk guleyan li zevî û çêrgehên wan direşînin, ketine nava rewşeke nebaş a aboriyê. Beşek ji gundiyan koçî navenda Tirbespiyê kirine, beşek jî neçar man koçî bajarên din ên herêma Cizîrê bikin.

Niha tenê 11 malbat li gundê Til Hatûnê mane. Ew jî ji ber êrîşên dewleta Tirk tengav bûne.

Ji ber êrîşên leşkerên Tirk heta niha 2 sivîlan li gund jiyana xwe ji dest dane. Ji ber teqîna mayinên hêzên Tirk ên dagirker ên li ser sînor, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Navê gundiyên jiyana xwe ji dest dane: Xêredîn Hecî Şêxmûs, Süleyman Mexso, Şukru Kobo, Milo Newroz û Biro Îbrahîm. Hisên Eho jî dema heywanên xwe diçêrand, ji ber guleyên leşkerên Tirk birîndar bû.

'LEŞKERÊN TIRK HER ROJ GULEYAN DIREŞÎNIN'

Suleyman Çolî yê ji gundê Til Xatûnê got, dewleta Tirk nahêle gundî dembara xwe bikin, lewma gelek malbat neçar mane koç bikin. Çolî diyar kir, dema ku heywanên xwe diçêrand leşkerên Tirk ên dagirker gule lê reşandine û got, "Leşkerên Tirk belasebep her roj guleyan li gundiyan direşînin."

Suleyman Çolî got, ne tenê gundê wan, gundên Kerdîm, Kêl Hesnak, Melle Ebas û Dêrna Qilinga jî dibin hedefa êrîşên leşkerên Tirk ên dagirker.