Nûçeyên ku îro derketin pêş
30'ê Îlona 2018'an nûçeyên ku di ANF'ê de derketin pêş me ji bo we anîn cem hev
30'ê Îlona 2018'an nûçeyên ku di ANF'ê de derketin pêş me ji bo we anîn cem hev
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand di Pêngava Bagera Cizîrê de, di şerê, ‘qedandina terorê de’ 49 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.
Dendgana li Başûrê Kurdistanê ya ji bo hilbijartina serdema pêncan a parlamentoyê ku saet 08.00’an dest pê kirî, qediya.
Ji bo Umît Acar ku li Elmanya Ingolstadtê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar bike bedana xwe dayî ber êgir, merasîma cenaze hate çêkirin
Li Girava Sûlawesî ya Endonezyayê erd hejiya û tsûnamî çêbû. Derket holê ku hejmara miriyan bûye 832.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avest got, têkildarî qetilkirina Zekî Şengalî lêpirsîn dane destpêkirin. Avesta bal kişand li ser rolê hêzên herêmê di êrîşê de.
Hêzên dewletê yên Tirkiyeyê li gundê Badibê yê Nisêbînê operasyon dan destpêkirin û ‘qedexeya derketina derve’ îlan kirin.
DYA’yê ragihand ku biryara girtina avahiya konsolosxaneya xwe ya li bajarê Basra yê Iraqê dane.
Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Reqayê ragihand 29’ê Îlonê li taxa Diriya operasyon birine ser hucreyên DAÎŞ’ê, 2 endamên çeteyan hatine kuştin, 5 jê jî bi saxî hatine girtin.