Li Endonezyayê hejmara miriyan bû 832-NÛ BÛ

Li Girava Sûlawesî ya Endonezyayê erd hejiya û tsûnamî çêbû. Derket holê ku hejmara miriyan bûye 832.

Hate ragihandin ku di erdhej û tsûnamiya  Girava Sûlawesiyê de hejmara kesên mirî bûye 832.

Rayedaran diyar kirin ku heta niha nasnameya gelek kesan hatiye diyarkirin.

Rayedaran diyar kirin ku li herêmê elektrîk qut bûye û di warê sotemenî, av û xurekan de astengî hene.

Hate diyarkirin ku Serokê Dewletê Joko Wîdodo ew ê îro biçe herêmê.

10 kîlometreyan binê erdê bi pîleya 7,7 erd hejiyabû. Tsûnamiya 3-6 metreyan jî li bajarê Donggala û Palûyê dabû.

Li Girava Lombokê di dawiya Tîrmeh û serê Tebaxê de bi pîleya 6,3 û 6,9 erdhêj çêbûbûn. Di van erdhejan de 563 kes miribûn.