Li Nisêbînê êrîş û ‘qedexeya derketina derve'
Hêzên dewletê yên Tirkiyeyê li gundê Badibê yê Nisêbînê operasyon dan destpêkirin û ‘qedexeya derketina derve’ îlan kirin.
Hêzên dewletê yên Tirkiyeyê li gundê Badibê yê Nisêbînê operasyon dan destpêkirin û ‘qedexeya derketina derve’ îlan kirin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin artêşa Tirk li gundê Badibê yê Nisêbîna Mêrdînê ji bejahî û hewayî êrîş daye destpêkirin.
Hate hînbûn ku li cihê ku êrîş lê hatiye kirin ‘qedexeya derketina derve’ lê hatiye îlankirin.
Hate ragihandin ku li gund dengê çekan tê lê derbarê encamên wê agahiyeke zelal nehate bidestxistin.