Ji bo Acar merasîma cenaze ya girseyî
Ji bo Umît Acar ku li Elmanya Ingolstadtê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar bike bedana xwe dayî ber êgir, merasîma cenaze hate çêkirin
Ji bo Umît Acar ku li Elmanya Ingolstadtê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar bike bedana xwe dayî ber êgir, merasîma cenaze hate çêkirin
Li merasîma cenaze nûnerên NAV-DEM, KCD-K, TJK-E, NCKD, ATÎF Parztîzanê û her wiha gelek Kurdistanî hazir bûn. Bavê Umîd Acar Hayrattîn Acar ji Êlihê bi telefonê tevlê merasîmê bûn.
Li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan Hevserok Mehmet Surmelî axivî û got, çalakiya Acar li dijî bêdengiya li Ewropayê ‘qêrîn’ek e. Sumerlî got, ‘’Divê ev qerîn, ev serhildan were fêhmkirin. Em naxwazin hevalên me xwe bişewitînin. Rêbertiya Kurd dîlgirtî ye. Di şexsê heval Umît ji bo ku em layiqî hemû şehîdan bibin, divê em li dijî dîlbûna Rêberê Gelê Kurd têbikoşin û li têkoşînê xwedî derkevin.’’
BAVÊ ACAR: TENÊ YEKÎTIYÊ DIXWAZIM
Bavê Umît Acar Hayrettîn Acar sersaxî da gelê Kurd, got ew hêvî dike ku şehîdbûna kurê wî bibe wesîleya aştiyê û domand, ‘’Tenê tiştekî ji Kurdan dixwazim; yekîtî. Ez ji Kurdistanê we slav dikim. Ji bo ku hûn li birayê xwe xwedî derdikevin we hemûyan slav dikim.’’
Ji TJK-E’yê jî Zeynep Dersim got, ‘’Hevrê Umît, me peyama te wergirt. Em ê têkoşîna te ji cihê ku te hiştî bidomînin. Em ê werin xaka azad û ava welatê azad li gora te bikin.’’
KOÇER: UMÎD SÊ PEYAM DAN
Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer jî got Acar sê peyam dan û domand, ‘’Peyama pêşî, ji bo dijminê gelê Kurd Erdogan û dewleta wî ya mêtinger bû. Peyama duyem ew bû ku ji bo Rêber Apo ku ev 20 sal in tecrîd li ser e, serî radike. Peyama sêyan ji bo gelê Kurd e. Dibêje, ‘’Rabi ser piyan û berwedanê geş bikin.’’
Serokê Navenda Çanda Elewî ya Ingolstadtê Mustafa Çetînkaya jî got, ‘’Hevrê Umît aşiqî gelê xwe û têkoşînê bû.’’
GOKSUNGUR: EM Ê UMÎDÊN XWE JI DEST NEDIN
Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur got, ‘’Ew Umîda me ye. Li dijî yên ku umîda me tarî dikin em ê umîdên xwe ji dest nedin. Em ê vê têkoşînê bidomînin. Bila serê hemû gelê me sax be.’’
Gelê hazir jî bi dirûşmeyan gotin, ‘Şehîd namirin’, ‘bijî Serok Apo’’
Cenazeyê Acar piştî otopsiya li Munîhê sibe wê bişînin Stenbolê.