Hilbijartina Parlamentoyê ya Başûr qediya

Dendgana li Başûrê Kurdistanê ya ji bo hilbijartina serdema pêncan a parlamentoyê ku saet 08.00’an dest pê kirî, qediya.

Dengdana li Başûrê Kurdistanê ya ji bo hilbijartina parlamentoyê bi dawî bû.

Li gorî hilbijartinên berê di vê hilbijartinê de rêjeya dengdaran kêm bû, tê payin ku encamên fermî di nav 72 saetan de werin ragihandin.

Li gorî saet 15.00’an rêjeya tevlêbûnê ya li hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 22.96 ji 100’î bû.

Heta saet 15.00’an li gorî bajaran rêjeya tevlêbûnê:

Hewlêr: 35 ji 100’î

Duhok: 41 ji 100’î

Halebçe: 39 ji 100’î.

Li Silêmanî rêjeya denganê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê ve nehate rojanekirin.

Li gorî reqemên ne fermî heta saet 12.00’an rêjeya tevlêbûna li hilbijartinê 17 ji 100’î bû.