DYA’yê konsoloxaneya xwe ya li Basrayê girt

DYA’yê ragihand ku biryara girtina avahiya konsolosxaneya xwe ya li bajarê Basra yê Iraqê dane.

Wezareta Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) diyar kir ku ji ber zêdebûna gefan wê êdî avahiya konsolosê ya li bajarê Basra yê Iraqê xizmetê neke û dîplomatên li wir erkdar jî li cihên cûda kar bikin.

Hate diyarkirin ku di biryara girtina konsolosxaneyê de bandoriya  êrîşa bi moşekan a li dijî Balafirgeha Navnetewî ya Basrayê heye. Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo got hedefa  bingehîn ya êrîşa bi  roketan  avahiya konsolosxaneyê ye.

Piştî biryara girtina konsolosxaneyê Pompeo daxuyanî da û got ji êrîşên ku li dijî dîplomatên Amerîkê bê kirin wê rasterast Îranê berpisyar bibînin.

Pompeo wiha jî got; “Divê yên Îrani bizanin wê DYA bersiva pêwîst bide van êrîşên bi vî awayî.”

Li Basrayê çalakiyên serê meha Tîrmehê dest pê kirin di meha Îlonê de dîsan giran bû û di dema çalakiyan de konsolosxaneya Îranê ya li Basrayê hatibû şewitandin. Di çalakiyên protestoyê de zêdetirî 30 kes di şerê di navbera polîs û xwepêşandanan de hatibûn kuştin.