Avesta: Rola kê di qetilkirina Mam Zekî de hebe wê derkeve holê

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avest got, têkildarî qetilkirina Zekî Şengalî lêpirsîn dane destpêkirin. Avesta bal kişand li ser rolê hêzên herêmê di êrîşê de.

Endama Konsêya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta têkildarî êrîşa ku di 15’ê Tebaxê de li Şengalê pêk hat û di encamê vê êrîşî de endamê Konsêya Reveber a KCK’ê û endamê Koordîsnasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî hat şehîdxistin nirxandin kir.

Ev êrîşa pêk hatî armancê xwe çibû? Kî çawa di vê êrîşî de cîhê xwe girt? Mam Zekî Şengalî ji bo civaka Êzidî û tevgera azadî çi îfade dike û xeyalên Mam Zekî wê çawa pêk werin û mijarên cuda Endama Konsêya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta ji ANF’ê re nirxand:

Avêsta da zanîn ku di derbarê êrîşa ku pêk hatî de lêpirsînek hatiye û got: “Di vê mijarê de jî lêpirsînek hatiye vekirin. Mînak; Ev balafir ji kû hatin? Çend kîlometre rabûn? Balafirên SÎHA bi kar anîne. Ev balafir li gorî dewleta Tirk a niha nikarê bê Şengalê ji ber mesafêya wî têrê nake. Ev ji kûderê rabû gumanan çêdike. Yêkser nêrîn diçin li ser baregehên dewleta Tirk ên başûr.”

Endama Konsêya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta bal kişand ser van xisûsan:

Di 15’ê Tebaxê de li Şengalê di encama êrîşa dewleta Tirk de Mam Zekî Şengalî hate şehîd xistin. Hûn weke tevger vê êrîşê çawa dinirxînin?

Li gor nêrandina min mirov pêwîste fermanên ku bi giştî li ser civaka Êzidî de hatine wana binêre. Sedemê van fermanan ku civaka me ya Êzidî dibêje ferman yanî komkujî ye, qirkirin e, Êzdayetî tine kirine. Sedema vî jî ji rastiya Îslamîyet ya çandî dûr ketin, dîsa fikre Îslamîyetê ku bi rengê siyasetê hatiye pêşxistin û her wiha xistina bin desthilatdariya xweya siyasî, xistine bin kontrola xwe ye. Ji vê demê şûn ve di Rojhilata Navîn de li ser civakan qirkirin dikeve rojevê. Ev qirkirina esasî jî li ser civaka Êzdatiyê ye. Wekî Kurdê resen, koka Kurdan, zimanê wê, çanda wê, irf û adeta wê ya Kurdîniyê ye heta roja îro ê ku ew hembêz kirin û anîn roja îro. Di vê mijarê de Rêber Apo jî dibêje em îro xwe deyndarê civaka Êzidî û Elewî dibînin. Taybetî jî ê jin. Ji ber ku Kurdînî wan zindî hiştin. Li ser van esasan mirov dema dinêre tim beşên ku xwestine Kurdîniyê tine bikin, çanda Kurdînî, zimanê wê, dîroka wê û bi vî rengî xwestine bingeha civakê tine bikin. Armancê wê li ser civaka Êzidî yekemîn ev e.

ZEKÎ ŞENGALÎ HÊZA ÊZIDIYAN AVA KIR

Ê ku 73’ê cara ferman hatiye qetilkirin û ji sedî 60 nifusê ku heyî hatiye tine kirin, niha jî tevahî civaka Êzidî bînî gel hevdu hejmareke pir kêm maye. Li tevahî cîhanê belav bûye. Hemû armanc li ser xaka Kurdistanê ji Êzîdxanê, ji şengalê Êzidî ya koçber kirin bû. Ew der bi tevahî bê Êzidî bimîne, edî bikeve bin destê Îslamîyetê tundrev ya hişk, destê Ereb, Erebên ku niha hîn zedetir ji hişmendiya DAÎŞ’ê tevdigerin. Nexwe ji bo civaka Ereb mirov nikare wisa bibêje, ne raste jî. Armanca yekemîn di şexsê hevalê Zekî de hedefkirina civaka Êzidî ye. Civaka Êzidî 2014’an ew êrîşa ku bi destê DAÎŞ’ê pêk hat hemberî wê, careke din pêşengtiya rêheval Mam Zekî Şengalî de tevgera azadî, civaka Êzidî careke din di Şengalê de pêngavên şoreşê avêtin. Ê ku pêşengtiya van pêngavan kir hevalê Zekî bû. Hem di hêla leşkerî de, parastina civakê rêxistin kirin de rol û rista xwe ya mezin heye. Ji ber ku civaka Êzidî îkna kirin, zaroka wan xistina nav hêza parastinê hesanî nebû.Ji ber ku heta niha civaka Êzidî ji bona xwe nebûbû leşker. Ji bo ku ew di hêza parastina Şengalê avakirin de bêne îkna kirin keda hevalê Zekî pir çêbû.

DIXWAZIN ŞENGELEKE BÊ ÊZIDÎ Û ÊZIDXANKE BÊ ŞENGAL AVA BIKIN

Destê dewleta Tirk yêkser di vê êrîşî de heye. Mirov dikare bêje dewleta Tirk xwe li rêxistinbûna civaka Êzidî ranegirt?

Rast e. Ji ber ku parastina wî ava kir, ji ber ku îradeya wî ya siyasî derxiste holê, meclîsa wê ya xweseriya demokratîk ava kir û pêşengtî jêre kir. Ji ber ku di nava civakên Rojhilata Navîn de dîplomasiya wê pêşxist. Bi xwe jî berpirsê komîteya dîplomasî bû. Dîplomasî bi gelê Ereb re, Tirkmenan re, bi Şîayan re hevdîtin çêdikirin, bi vî rengî yêkîtiya gelan ava dikir. Di şexsê gelê Şengalê de yekîtiya gelan li Şengalê ava dikir. Sedema vê êrîşa ku di şexsê hevalê Zekî de pêk hat di esasê de ji ber ku pêşengekî civaka Êzidî ya esasî bû, pêşî fermana 73’an girtibû û di wê derê de careke din nehişti bû ku îradeya Êzîdiyan bişke. Şîdeta DAÎŞ’e re wisa armanc kiribûn ku îrada wan bişkînin û careke din civaka Êzidî li ser wê axê nemîne, koçber bibin. Êdî Şengal bê Êzîdiyan bibe. Êdî Şengaleke bê Êzidî û Êzîdxanekî bê Şengal ava bikin. Bi vî rengî xwest ji hev qut bike, lê mûdexaleya ku çêbû hevalê Zekî xwedî sekin û bandorekî mezin di wir de hebû sedema wê ya yekemîn ew bû ku bû hedefa faşîzma dewleta AKP’ê.

Gelê Êzîdxanê vê êrîşê weke berdewama fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi nav kir. Lê belê gelek partiyên siyasî û kes di derbarê vê êrîşê de daxûyanî jî nedan. Li gor we rola partiyên başûr, Amerîka, hikûmeta Irakê çiqas di vê êrîşê de heye?

Ev vekiriye; Şengal di nava axa Iraqê de ye. Li gor madeya 141 jî, berî fermanê jî qade ku bi pirsgirêk e. Ne li ser beşê Kurdistanê ye jî. Yanî bi temamî pirsgirêka wî çarêser nebûye. Di Şengalê de li deşta Nînova civakên cuda cuda li ser dijîn. Eger erêbûna Emerîka têde nebe teyarê Tirkan nikarin bên Şengalê. Dîsa eger piştgîrî, îstîxbarat û nezîkbûnên heremî têde nebin, nikare were li wê derê keşfa bike û êrîşekî wisa pêk bîne. Mirov dema li ser van esasan dinêre hem para dewleta Iraqê hem para hikûmeta herêma Kurdistanê û êrekirina Amerîka jî derdikeve holê. Lê bes vana ji bo mirov vekîrî bibêje hinek tişt hîna ne zelal in.

Di vî warî de jî lêpirsînek tê kirin. Mînak; Ev balafir ji kû hatin? Çend kîlometre rabûn? Balafirên SÎHA bi kar anîne. Ev balafir li gorî dewleta Tirk a niha nikarê bên Şengalê ji ber mesafêya wî têrê nake. Ev ji kûderê rabû gumanan çêdike. Di yek carê de nêrîn diçin li ser baregehên dewleta Tirk ên li başûr. Sedî sed ew derdikeve pêş lê pêwîste ev zelal bibin. Ji bo vê jî dewleta Iraqê ji xwe berî vê rojekî bi Tirkiyê re hevdîtin kir. Di van hevdîtînan de jî zelal bûnek pêwîst e. Dibe ku xwestibin civaka Êzidî û hikûmeta Iraqê beramberî hev derxînin, ev jî lîstîkek bû. Bê guman bêyî wan nekirine. Yanî em ê êrîşî Şengalê bikin, di bedêla wê de em ê ava Dîcle berdin, di bedêla wî de em ê Telaferê tevlîhev nekin, em ê Kerkûkê tevlîhev nekin. Cihên ku di bandora dewleta Tirk de ne û hinekî jî ji aliyê aborî ve bidin hev, bi êrîşa Şengalê re vana par kirine.

HEMÛ BI HEV RE ÊRÎŞÎ ŞENGALA AZAD DIKIN

Yanî dibêjin kû bûye mijara bazarê?

Bûye mijara bazarê. Bersiva wê çi hatiye dayîn em wê nizanin. Daxûyaniya Iraqê çêbû ku gotin em ne di navê de. Em viya nikarin bêjin ku di vê astê de têde ye. Lê belê bi wana re hatiye parve kirin, ev sedî sed e. Ev diyar e û tê zanîn. Bes rojek piştî vê hevdîtinê û anîna wê ya 15’ê Tebaxê pir bi plane û destê hezên heremî têde heye. Ji bo vê mijarê niha lêpirsînek tê kirin. Meclîs û Koordînasyana Civaka Êzidî bi hemû awayî lêpirsînek vekirine. Di vê lêpirsîne de çawa çêbûye, kî têde rol lîstiye, kî çawa bibe wê çaxê bê nîqaş kirin hîn rastir e. Yanî mirov vê astê bêje dibe ku ne rast be. Dibe ku ji bo lêpirsînê jî ne başbe. Lê belê lêpirsînek heye. Lê belê wek hezên desthilatdar, hêzên derve ew dewlet û hêzên ku wê navên wan, bêyî wan nebûye. Lê belê kîjan astê, di kîjan alî de çawa pêşengtî kirin, çawa tevlî bûn di encamê lêpirsîne de hîn baştir dikare derkeve holê.

Em vê jî bibêjin; ev hêzana eger bi vî rengî êrêbûnê didin êrîşa li ser Şengalê çêbe heman demê dibin hevparê vê qirkirinê. Ê ku fermana 73’an pêk anîn û hiştin ku DAÎŞ bikeve Şengalê dema DAÎŞ hate kete Şengalê ne Amerîka, ne dewleta Tirk, ne hikûmeta heremê ku 12 hezar peşmerge ji wir kişand kes neparastin. Lê niha çima hemû bi hev re Şengala ku hatiye rizgar kirin, Êzidî xwe bi xwe xweseriya xweya demokratîk, meclîsa xwe ava kirine, xwe îdare dikin. Çima îro balafir radike ser serê wî. Êrîşî hêzên parastinê Şengalê kir û herî dawî jî 15’ê Tebaxa 2018’an êrîşî Mam Zekî Şengalî kir, Hevalê Zekî qetil kir. Ev beyî van hêzan çênabin. Çima hingê dengê xwe nekirin, niha hevkariya wan dikin.

Birêz Avêsta di vir de nakokî heye…

Nakokîyekî pir mezin heye. Diyar e ev jî dibin hevkarê hev ku Êzidî ji wir bên derxistin. Konsepta navdewletiye, ne tenê heremî ye. Konseptekî navdewletî heye, heremê jî erê kiriye. Li dijî civaka Êzidî jî tenê nîne. Di şexsê civaka Êzidî de dijî Tirkmenena jî, dijî Kakaîyane jî, dîjî Asurî-Suryanî, dijî Nînova heman demê hemû gelên kêm netew, derveyî dewletê dene, dixwazin van civakan hemû bi vî rengî têxin bin silta dewletê. Nehêlin bi çanda xwe bimîne. Ji bo wê di 3’ê Tebaxê 2014’an de bi ser neketin dixwazin careke din lîstîkek wisa bilîzin.

GELEK KES JI HEVAL ZEKÎ BANDOR BÛN Û TEVLÎ TEVGERA AZADIYÊ BÛNE

Hûn bi xwe jî Êzidî ne, Mam Zekî jî xwedî kesayetekî Êzidî bû. Bandor û têkoşînek wê jî hebû yanî ji bo we û tevgera wê çi îfade dike?

Bêguman rol û mîsyona rêheval Mam Zekî Şengalî yanî ji bo me giştî tevgera azadî rolekî wî pêşengtiyê heye. Rastî jî pêşengekî tevgera azadiyê ye. Dema ku gel ji Bakurê Kurdistanê di sala 70-80’î de hate koçber kirin, yêk jî derket dervayî welat hevalê Zekî bû. Bi îlankirina PKK’ê dîsa ev civakên ku li dora fikrên PKK’ê ku îhtîmala wan a kom bibin ji ber ku PKK’ê partiya karkerane wê demê koçberî destpê kir. Hevalê Zekî jî wê demê koçber bû. Li wir dîsa PKK’ê re nas kir. Xebatê yêkemîn ên li Ewropa destpê kir hevalê Mam Zekî bû. Ji bo me wek Tevgera Azadiya Kurdistanê rêheval Zekî Şengalî pêşengekî tevgera me ye. Ji bo civaka Êzidî rêhevalê me rêberekî civaka Êzidiye. Wek endamekî Konsêya Rêveber a KCK’ê di avakirina sistema netewa demokratîk heval Zekî xwedan sekin,tevlîbûn, perspektif û rolekî gîrîng di yekîtiya civakan a ji bo neteweke demokratîk ava bike de lîst. Gava mirov wiha lê dinêre rol û misyonê heval Zekî pir bi awayekî cuda derdikeve holê.

Heval Zekî bi vê yekê bawer bû ku azadiya civaka Êzidî di azadiya Kurdistanê de ye û azadiya Kurdistanê jî di fikir û felsefa rêber Apo de ye. Ji bo vê heval Zekî bê dudilî tevlî bû û mala xwe ji vê yekê re vekir. Heval Zekî zêdetirî 40 salan têkoşînek di nava vê tevgerê de li hemû qadan da meşand. Hem bi sekna xwe mîlîtanî û hem bi ruhê xwe yê azadîxwaz û bi zanista xwe ya welatparêzî tevgeriya. Ji bo wê heval Zekî xwedî cudahiyekî mezin bû.Di nav civaka Êzidî de heval Zekî tevlîbûna yekêmin a nava Tevgera Azadiya Kurdistanê çêkir. Em piranî bi ji heval Zekî bandor bûn, gelek hevalên şehîd yên ku bi bandorbûna wan a bi heval Zekî beşdar bûn, têkoşin kirin û şehîd ketin. Niha mirov dikarê vê bêje ku em hevalên di nava tevgerê de û hevalên me yên şehîd şopdarên heval Zekî bûn. Hevalê Zekî rê ji me re vekir. Em rol û mîsyonê wî wiha dibînin. Şehadeta heval Zekî valatiyekî wiha di nav civaka Êzidî de ava kir. Bêguman mirov çawa nêzîk bibe û li gor wî tevgere ev yek gîrîng e. Ya gîrîng ew e ku em çi bikin ku heval Zekî jiyanî bikin. Wek hevaleke heval Zekî ya têkoşînê jî ku ji mêj ve me hevdu nasdikir, ji salên 85’an ve û li gelek qadan, me bi hev re xebat daye meşandin, bi rastî jî şehadeta heval Zekî di kesayeta me de jî bandorekî mezin da çêkirin. Ji ber ku em ji felsefeyekî wiha tên ku êşên me tim mezinbûnekê bi me re ava dike. Tişta ku niha li ser milê me dikeve wek rehevaleke wî ya têkoşînê ku em vê êşê veguherînin têkoşîneke mezin, projeyêkî mezin û vê yekê ava bikin. Yanî esas ew e. Ji xwe rola wî di nav civaka Êzidî de rolekî rêbertî û pêşengtiye.

ERKA CIVAKA ME YA ÊZIDÎ BI TAYBET LI ŞENGALÊ BIKE DIYAR E

Mam Zekî ji bo ku statûya Şengal û heman demê Êzîdiyan bê çêkirin xebatekî bê navber da meşandin. Ji bo xewn û xeyalên mam Zekî di avakirina Êzîdxanêkî azad de divê ku Êzidî bi xwe çi bikin?

Di dema şehadeta heval Zekî de ne tenê li Şengalê li tevahî Ewropa, Rûsya, Rojava yê Kurdistanê û li tevhahî deran xwedî derketinek çêbû, ev yek hêjayî silav kirine ye. Ev xwedî derketin pir gîrîng bû. Rol û mîsyonê Heval Zekî me da diyar kirin. Niha xewn û xeyal di esasê xwe de ji xewn û xeyal derketiye. Niha êdî heqîqetek heye; civaka me ya Êzidî bi taybet jî li Şengalê, êdî çi bike diyar e. Bi pêşengtiya heval Zekî di 4 salan de tişta ku hatiye kirin diyar dibe û tişta ku divê were kirin çi ye diyar dibe. Berî vî ji bo girêdana bi heval Zekî re, ewqas ked hatiye dayîn û niha dîsa min got ku êşa mezin me ji fermanê dîtiye.

Em êşa qetil kirina heval Zekî wek berdewama Fermanê dijî, em çawa van qetlîaman û fermanan bi dawî bikin û tola xwe rakin? Tol rakirin, bi şêwazê tol girtinê Rêber Apo dibe. Eger qirkirin be tu pêşî li qirkirinê bigrî. Eger parastin pêwîst be tu parastina xwe ava bikî. Eger tu bê rêxistin bî tu rêxistina xwe çêbikî. Eger tu bê zanebûn be tu zanebûna xwe ava bikî. Eger tu bê tifaq be tu tifaqa xwe çêbikî û eger tu ji welatê xwe tê dersînor kirin tu li welatê xwe vegerî. Ev şêwazê pêkanîna xewn û xeyalên û tol girtina Rêber Apo ye. Ji bo vê yekê bi taybet em bêjin rêheval Zekî Şengalêkî xweser û demokratîk ku diyarî civaka Êzidî bike canê xwe bexş kir, şev û rojê xwe da vê yekê, ji bo ku bingeha vê çêbike anî astekê û ev ast jî dewrî kesên mayî kiriye. Em kesên mayî, bi taybet meclîsa Demokratîk a Şengalê kir, Partiya Azadî û Demokrasî ya Şengaliyan, Yekîtiya Ciwanên Êzîdiyan, Tevgera Jinên Êzidî, Yekîneyên Berxwedana Şengalê, bi taybet pergala perwerdehiyê ya Şengalê pergalekî xizmetgozarî heye.

GELÊ ME YÊ ÊZIDÎ XWE JI XWELIYA XWE JI NÛ VE AVA KIR

Yekem, Bi pêşengtiya heval Zekî niha bû 4 sal ku Şengal xwe bi rêvedibe û debara xwe dike. Nêrînek pêre nebû, encax bi alÎkariya tevgera azadî yê û bi taybet gelê me Rojava Kurdistanê ku ew gel li wir sekinand û bi alîkariya ku gelê me yê Kurd û Êzîdiyên li Ewropa ku ji wan re alîkarî şand û li wir destpê kir. Niha hate astekî ku xwe bi rêve dibe. Gotin di cih de be xwe carekî din bi xweliya xwe da avakirin. Çawa ku mirov bişewite û xwe bi xweliya xwe ji nû Ve ava bike, civaka me ya Êzidî jî xwe ji nû ve ava kir û pêşî li fermanê girt û civaka Êzidî di Şengalê de sekinand. Bi hezaran mirov vegeriyan cihên xwe. Di fermana 2014’an de di navbera 10 heta 15 hezar mirov li Şengalê bû, lê belê niha nêzîkî 70’ê hezar mirov li Şengalê ye, vegeriyan li ser ax û warên xwe. Ev yek hemû bi saya vê kedê hatiye pêşxistin e. Ji ber vê yekê ji niha û şûnde divê em çibikin, ev yek gelekî girîng e. Bi vê êrîşê re xwestin vê ji holê rakin. Gotin ku nehiştiye ku hûn di fermanê de tine bibin, Mam Zekî Şengalî pêşengtiya vê kiriye em ê qetil bikin ji bo hûn çav tirsandî bibin û vengerin li ser warên xwe. Ji ber vê yekê divê ku sazî û dezgehên Şengalê û Êzîdiyan têrî xwe bikin û xwe mezin bikin, hemû awayî divê xweserî û statûya Şengalê çêbikin û bi xwe qebûl bikin.

A Duyem jî divê ku yekîtiya civaka Êzidî were çêkirin. Dibêjin xewn û xeyal; armancekî sereke û rolê esasî ku heval Zekî dabû li ser milê xwe yekîtiya civaka Êzidî bû. Heman demê yekîtiya civakên din bi civaka Êzidî re,ango yekîtiya gelan bi perspektifa netewa demokratîk avakirin,ji ber vê yekê nakokiyên eşîra, nakokiyên di nava partiyên siyasî de, di nava bavikan de heye, çi dibe bila bibe eger dixwazin vê şehadetê fêm bikin dev ji van nakokiyan berdin û li hev kom bibin. Xeteriyên ku li ser civaka Êzîdiye bibînin.

PROJEYEKE NÛ BI ŞEHÎDBÛNA HEVAL ZEKÎ RE DESTPÊ KIR

Pêvajoyeke nû bi şehîdbûna heval Zekî re destpê kir. Ji ber ku 3’ê Tebaxa 2014’an armanc çi bû ku me rêz kir pêk nehat. Vê carê êrîş bi şehadeta heval Zekî rê li ser rêxistinkirina civaka Êzîdiye. Li ser îrada avakirina wî ye ku hatiye çêkirin. Ji bo wê divê ku yekîtiya xwe çêbikin û nakokiyên xwe ber alî bikin. Şengalêkî bi îrade bimeşînin û bi rêve bibin.

Ya din jî ew e ku pir gîrîng e û demeke ketiye rojevê jî ew e; Niha Êzidiyan carekî din dîsa ji cih û warên wan dikin e. Li Şengalê dibê ku ev rewş nebe lê bele li kampên Başûr hene û ev jî lîstoke. Ez dixwazim li vir hevokekî vekim divê ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku niha PDK serwer e, eger pêşî li wan nagrin ev lîstokên wan e. Wê wisa were fêm kirin ku ew dixwazin vê bikin. Bi ticarên navdewletî re, bi kesên şebeke yên ticarên mirovan in, nivî wan mirovan dibin di avan de dixeniqînin, niha dixwazin mirovên ku di kampan de ne bêrê wan bidin Ewropa yê. Ev qetliamekî spiye, ev tinekirina Êzidîtiyê ye. Ji êrîşên çeteyên DAÎŞ xirabtir e. Divê ku ev yek baş were zanin ku ev kiryar û siyaset piştî şehadeta heval Zekî wê hîn zêdetir derdixin pêş. Ev yek tê wateya ‘binerin hûn nikarin vegerin Şengalê’. Tê wateya ku ên li Şengalê dixebitin tên qetil kirin, êdî cih û warê Êzîdiyan nemaye. Bi rengekî şerê taybet antî-propagandeyekî pêşdixe. Dîsa nêzîkatiyeke reş kirinê pêşdixe û berê gel ji kampan dide derve. Ji bo wê yekê xwedî derketina keda rêheval Zekî civak vegere li ser warên xwe. Heman qirkirin li Efrînê jî li ser Êzîdiyan kirin, giştî li ser civaka Efrinê kirin lê belê bi taybet li ser Êzîdiyan kirin. Bi giştî konseptek li Êzîdiyan heye, ji bo vê yekê ji bo ku ev lîstoka navdewletî vala derxînin divê ku li welatê xwe vegerin. Divê carekî din vegerin û vê ji xwe re bikin dirûşmeyek ‘Şengal bê Êzîdxan nabe û Êzîdxan jî bê Şengal nabe û Kurdistan bê van herdûyan nabe’. Eger wiha nêzîk nebin û çênekin wê ev xewn û xeyal ji wan re bibe xewin û xeyal ku ti carî pêk neyên.

Tişta din ê gîrîng ku bi vê boneyê ez dixwazim bal bikşînim li ser ew e ku, bi şehadeta heval Zekî re ev demeke ew kar û xebatê pîroz ên heval Zekî ku mirov jê re rêz digre jî yekîtiya civaka Êzîdiyan bû. Bi şehadeta heval Zekî civaka Êzidî bi xwe jî got ku heval Zekî stûna Êzîdxan bû, çiyayê Êzîdxan bû û sîwana Êzîdxan bû. Rastî jî hevalekî wisa bû. Ê niha piştî vê gelek lîstok hene, gelek gotinên cuda hene, ka destê kê têdeye, ango hevdu sûcdar dikin. Gotinên wiha lîstokekî pir mezin e. Ji aliyekî ve dijmin vê dixwaze pêk bîne ku Êzîdiyan berhevdu bide. Bêguman hindekan têde rol lîstin. Em nikarin vê yekê bêjin ku dewleta Tirk ji xwe ber hat û heval Zekî şehîd xistin. Di vê şehadete de rol hatiye lîstin lê belê rolekî çawa ye û kî lîstiye kes nikare vê bêje. Niha hevdu sûcdar kirin şaş e. Beriya vê bê bextiyê hindeka xwe hedef didin nîşandan û dijbertiya heval Zekî û tevgra me dikir hene. Lê belê teqez mirov bêje ku vana kirin dibê ku ne di cih de be û şaş be.

TEVAHÎ KURDISTAN Û GELÊN BINDEST EŞÎRA HEVAL ZEKÎ YE

Ji ber vê yekê ez dixwazim vê yekê bêjim ku divê tU kes neyê lîstokan û divê li benda lêpirsînê bin, ji ber ku lêpirsîn berdewame. Di vê mijarê de kî agahî li cem wan hene divê ku bi komîteya lêpirsînê re parve bike. Carekî din teqez dikim ku divê tu kes neyên van lîstokan ango filan kes kiriye ev lîstokê dijmin divê were vala derxistin. Tu kes nikare tu kesî sûcdar bike. Kî çikir û kî kûr dê cih girt ev yek di encama lêpirsînê de derkeve holê. Vê yekê dixwazin bingehekî ku di nav Êzidiyan de kuştin bidin çêkirin.Êzidyan bi xwe bi xwe berdin hevdu û tevlîheviyekî ava bikin, ango nakokiyekê di nava bavikan de avabikin û berdin hevdu. Bi taybet li cem Êzidiyan û eşirên wê çanda tol girtinê heye yanî divê ku heyfa xwe rakin. Yanî eşir dibêje ku eşîra din çima wiha kir? Ji bo vê tevahî Kurdistan eşîra heval Zekî ye, tevahî gelên bindeste û ya mirovahî ye. Divê tu kes ev tiştên biçûk li heval Zekî bar neke ji ber ku min got ku Kurdistan û mirovahî tev li pişt heval Zekî ye û eşîra heval Zekî ye. Ji bo tevahiyan jî têkoşîn kir û ked da ji ber vê yekê heval Zekî yek pare ye, gîştiye, yek parçe ye. Divê heval Zekî wiha were dest girtin û hesabên biçûk di vê pêvajoyêde em ber alî bikin û kes nêzîk nebe. Eger wiha nêzîkatî bibe, em bawer dikin ku civaka Êzidî li ser vê şehadetê zanebûnekê çeke û yekîtiyek mezin ava bike û bike bingeha derketinekî nû.

Encax layîqbûna bi heval Zekî re wiha be. Tişta ku niha ji me tê xwestin ev yek e. Di heman demê de tişta ku ji me tê xwestin em heval Zekî mayînde bikin. Ew her tim di vê têkoşînê de pêşeng û mayînde be. Divê xetê de ev erk li ser milê me û civaka Êzidî tev dikeve. Divê ku hewildanên cidî divê mijarê de were dayîn. Bi vê boneyê banga min ji tevahî civaka me yê Êzidî ku nakokîyên heyî bidin aliyekî û xeta rêheval Zekî xwedî derkevin.Xeta heval Zekî, ya yekîtiyê ye, ya xweseriya demoqratîk ya Şengalê ye, xeta statûya Şengalê naskirine, xeta ku bi her awayî hemû civak hembêz kirin e. Xetekî ku tu carî nakokî nexistiye di nav tu kesî ye, ferq û cudahî nexistiye di nav tu civakan de, xeta heval Zekî wisa bê pêk anîn. Xeta heval Zekî xeta azadiya jin e û ya pêşengtiya ciwanan e, ya perwedehiya Êzîdiyane, xizmeta civaka xwe heya dawî kirin e. Li ser vî esasî manîfestoya demoqratîk a Şengalê ye! Bi vî şeklî were girtina dest em ê xewn û xeyalên heval Zekî û tevahî gelê bindest pêk tînin.