Nûçegihanê girtî: Nûçeyên me rêya roniyê nîşan didin
Nûçegihanê girtî yê MA'yê Dîndar Karataş got, ''Em çapemeniya azad bi salan in berdêlan didin. Bi nûçeyên rastî ku li dijî tarîkirina hiqûqê em çêdikin, rêya roniyê nîşan didin.''
Nûçegihanê girtî yê MA'yê Dîndar Karataş got, ''Em çapemeniya azad bi salan in berdêlan didin. Bi nûçeyên rastî ku li dijî tarîkirina hiqûqê em çêdikin, rêya roniyê nîşan didin.''
Dîndar Karataş 24'ê Mijdarê li Wanê ji ber nûçeyên ku çê kirî bi îdîaya 'endamê rêxistinê ye' hatibû girtin.
Karataş ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa H'yê ya Erzeromê peyam şand. Peyam wiha ye: ''Ji ber me binpêkirina mafan û êşkence teşhîr kir em hatin girtin. Em çapameniya azad bi salan in berdêla vê didin. Li dijî tarîkirina hiqûqê bi nûçeyên xwe yên rast em rêya roniyê nîşan didin. Em ê vê rêyê bi domdarî şanî gelan bidin. Çapemeniya azad bêdeng nema, wê bêdeng nemîne.''