‘Nobetên Berxwedanê’ yên HDP’ê dibine girseyî

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Wanê û gel gotin nobetên HDP’ê ji bo demokrasiyê û mafê mirovan pir sûdewar in û gotin ew ê li çalakiyê xwedî derbikevin.

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gel ê Wanê li ser ‘Nobetên Berxwedanê’ yên HDP’ê ramanên xwe gotin û diyar kirin ku ew van nobetên berxwedanê ji bo demokrasî û mafê mirovan pir sûdewar dibînin.

Li ser ‘Nobetên Berxwedanê’ yên HDP’ê yên bi navê ‘Nobeta Wijdan û Dadmendiyê’, ku heta 4’ê Mijdarê salvgera girtina hevserok û wekîlan wê bidome, nûnerên saziyên Wanê û gel wiha gotin:

BOZKURT: EM Ê LI GEL HDP’Ê BIN

Hevseroka DÎSK’ê ya Şûbeya Wanê Emîne Bozkurt diyar kir ku li Tirkiyê nehiqûqî û bêdadî pir zêde ye û got ji bo demokrasî û dadmendî bi pêş bikeve ne tenê HDP divê hemû rêxisitinên civaka sivîl di vê mijarê de çalakiyan bikin û got: ‘’ Em DÎSK li ber AKP’ê serê xwe natewînin, em ê tevlî hemû çalakiyên HDP’ê bibin ku ji bo demokrasî û mafê mirovan bi rê ketiye.’’

MELET: HERKES SAHİPLENMELİ

Serokê Şûbeya Wanê ya ÎHD’ê Murat Melet jî diyar kir ‘Berxwedana Dadmendî û Wijdanê’ ya ku HDP’ê daye destpêkirin pêdiviya hemû civaka Tirkiyê ye û got: ‘’Di rewşeke wiha de ku bêdadmendî û binpêkirina mafê mirovan derketiye holê ‘Tevgera Dadmendî û Wijdanê’ ya HDP’ê pir gigîng e. Li ser vê bingehê dadmendî bi wijdanê dibe. Ev çalakî ji bo demokrasiya Tirkiyê û ji bo ku li Tirkiyê dadmendî pêk were girîng e.’’

Melet bi domdarî wiha got: ‘’ Êdî rewşeke ku mirov bikaribin bi aramî lê bijîn nemaye. Ji bo vê jî divê dadmendî pêk were. Heke îro mirov ji bo dadmendiyê li ber xwe didin, ev tê wê wateyê ku dadmendî bûye pêdiviyeke civakî. Ji bo zêdetir mafê mirovan neyên binpêkirin divê her kes li ‘Tevgera Dadmendî û Wijdanê’ ya HDP’ê bihistiyar be.’’

ORENÇ: WÊ RÊ LI BER SIYASETA SIVÎL VEKE

Hevserokê Şûbeya SES’ê yê Wanê Sezer Orenç derbarê Nobeta Berxwedanê ya HDP’ê de got: ‘ Ev çalakiyên ku civak jî wê lê xwedî derbikeve hêvî dikim wê rê li ber siyaseta sivîl jî veke. Ev çalakiyên bi vî rengî ji bo ku li Tirkiyê şertên demokratîk çêbibin pir girîng in. Her wiha nayê qebûlkirin ku dewlet û desthilatdarî li pêşberî vê berxwedanê, di navbera hilbijêr û hilbijartiyan de barîkatan deyne, lêgerîna ji bo çareseriya demokratîk asteng bike û bi vî rengî sabote bike. Divê hurmetê ji têkiliya hilbijêr û hilbijartî re wer girtin û ti hêz nekeve navbera wekîl û asîlan. Ez bawer dikim ku hemû Bloka Nayê wê li vê pêvajoyê xwedî derbikeve.’’

KALÇIK: PIR WATEAR E

Serokê Komeleya Parastinê ya Hawîrdorê yê Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik got li Tirkiyê hiqûqa yê xurt serwer e û wiha pê de çû:

 ‘Di serdemeke wiha de ku bi Rewşa Awarte re her cure çalakiyên demokratîk hatine qedexekirin û li her deverê zext û pêkutiya hêzên milîtarîs heye em çalakiyên partî û saziyên ên nobetê pir girîng û watedar dibînin. Çi kesê alîgirê hiqûq û dadmendiyê ye divê li pişt çalakiyên HDP’ê bisekinin û bibin parêzvanên dadmendiyê.’’

GEL JÎ GOT ‘EM Ê TEVLÊ BIBIN’

Bajariyê Wanê Huseyîn Kaya got gelê Wanê tim li pişt HDP’ê ye û ew ê tevlî çalakiyên ‘Nobetên Berxwedanê’ bibin. Kaya got Rewşa Awarte ew ne westandine û ew ê li Wanê bi coşî HDP’ê pêşwazî bikin. Kaya got: ‘’îro li Tirkiyê ti wateya Meclîsê nîn e. hevserok û wekîlên me girtî ne. Em gelê Wanê, em ê xwedî li çalakiya HDP’ê derkevin.’’

Weysî Îşlek derbarê çalakiya berxwedanê ya HDP’ê wiha axivî, ‘’heke li Meclîsê em nikaribin derdê xwe bibêjin, em ê jî derdê xwe li kuçeyan bibêjin. Ji bo vê jî em li pişt partiya xwe ne.’’

Dogukan Aybars bal kişande ser giringiya çalakiyê û wiha domand: ‘’Ev çalakiya HDP’ê pir girîng e. Bi partiya xwe re li kuçeyan em ê heqê xwe yê demokratîk biqêrin. Ji niha û pê de divê gel û HDP di nav hev de bin. Em ê jî bi her hawî li pişt partiya xwe bin. Ji ber ku HDP vîna me ye.’’

 ‘DIVÊ KURD BI HEV RE BIMEŞIN’

Herî dawî Abdulah Kaya jî li ser babetê wiha axivî:  ‘Gelê Kurd di van rojên dijwar de divê bi destê hev bigire. Ji bo hevserok, wekîl, mirovên me yên girtî û gelê xwe em ê heta dawiyê bi vê çalakiya HDP’ê re bin. Ev heqê me yê demokratîk e. Ji bo vê jî divê gelê me bi hemû hêza xwe tevlî vê çalakiyê bibe.’’