'Nobeta Wijdan û Edaletê' ya HDP'ê di roja 5'min de ye

'Nobeta Wijdan û Edaletê' ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li  Parka Yogûrtû ya Stenbolê dayî destpêkirin di roja 5'min deye.

Gelek rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û partiyên siyasî çûn serdana Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê.

Nobeta Wijdan û Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bi şîara 'Em nesekinin, em bibêjin êdî bes e, em faşîzmê bisekinin' li Parka Yogûrtçû ya Stenbolê li rexmê hemû astengiyan di roja 5'min de berdewam dike.

Piştî serdanan, her şêv di seat 21:00'an de 'çalakiya deng derxistinê' dihate kirin, vê carê  ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça hat kirin. Wekîlên HDP'ê dema ji xew şiyar bûn cihên xwe rakirin û paqijiya herêmê kirin. Mêhvanên nobetê îro gelek in. Tê payîn ku nûnerên gelek saziyan serdana nobetê bikin.