Nobeta Azadiya Ocalan di heftiya 47’mîn de ye

Nobeta Azadiya Ocalan di heftiya 47’mîn de ye

Çalakiya nobetê ya bêdem ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd li bajarê Strasbourg yê Fransayê têkirin, 322 roj li peyxwe hişt. Çalakiya ku kete heftiya 47’mîn, malbata Uçar ya li bajarê Strasbourgê dewir girt.

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd ji 25’ê Hezîrana 2012’an li ber avahiya Konseya Ewropayê destpêkir, kete heftiya 47’mîn de. Nobeta ku bi şeklê grup tê birêve birin vê hefteyê Muzafer û Selvî Uçar yên li bajarê Strasbourgê jiyan kirin û di heman demê de komîteya amadekar de cih digirin dewir girt. Ji bo piştgirîdayîna cotên Uçar Hevserokê Meclisa Gel ya Strasbourgê Hesen Taner û endama konseyê Latîfe Erîn dê rojekê nobet bigirin.

Ji çalakvana Muzafer Uçar agahîdan ANF’ê û diyarkir ku, roja Yekşemê ku destbi çalakiyê kirin, zêdetirî deh hezaran belavûk-broşûr belavkirin û bi sedan jî îmzekomkirine. Uçar destnîşan kir ku, êdî Ocalan di asta navnetewî de lîdereke, her wiha eleqeyek pir mezin li hember çalakiyê heye û kesên ku li gel axiviye di derbarê Ocalan û pirsgirêka Kurd de gelek pirsan dipirsin.

Uçar da zanîn ku, dema ku Ewropî danezanên belav dikin dixwînin, pir keyfxweş dibin ku li erdnîgariyek weke Rojhilata Navîn lîderek wek Ocalan heye. Uçar anî ziman ku, fikrên Ocalan di ecibînin, her wiha hate dîtin ku, di derbarê pêvajoya nû ya li Kurdistanê agahdarin û hişyarikyek heye.

Hevserokê Meclisa Gel ya Strasbourgê Hesen Taner ku ji bo piştgiriyê bide malbata Uçar tevlî çalakiyê bû û xwest ku çalakiya ku 11 mehe berdewam dike pêwîste Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin, li hemberî vê hîn zêdetir hîstiyar bin. Taner balkişande ser girîngiya pêvajoya li pêş me ya ku hedefên Ocalan û Tekoşîna Azadiya Kurd daye pêşiya xwe û anî ziman ku, pêwîst bike Kurdên li Ewropayê jiyan dikin, zêdetir demê xwe bixin zorê û tevkariyê bikin.

Taner da zanîn ku, çi gûman têde nîne ku ew dê çalakiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî daye destpêkirin berdewam bikin, Taner destnîşan kir ku, çalakî dê di dawiyê de bigehe serkeftinê (Azadiya Ocalan).