Nobedarên vê hefteyê koma ji Bordeaûxê ye

Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya "Azadî ji Ocalan re" ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, Kurdistaniyên ji bajarê Bordeaûx ê Fransayê ye, ku piraniya wan jin e.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re", ku 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di roja 267. de ye.

Di çalakiya nobedê de qala têkoşîn, nêrîna Ocalan û daxwaza azadiyê ya Kurdan tê kirin. Nobeda vê hefteyê ji aliyê Medîha Demîr, Şerefnas Bûksûr, Sûltan Yilmaz û Giyasettîn Dogan ên ji bajarê Bordeaûx ê Fransayê hatine, tê girtin.

'DIVÊ KURD XWEDÎ LI NASNAMEYA XWE DERKEVIN'

Koma navborî li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bordeaûxê tevlî çalakiyê bû. Li ser navê komê Giyasettîn Dogan peyivî û diyar kir, ku divê gelê Kurd birînên xwe bi xwe bipêçe. Dogan destnîşan kir, têkoşîn bi desteka gel dikare bê meşandin. Dogan anî ziman, divê gelê Kurd ê ji 40 mîlyonî ye, xwedî li nasnameya xwe derkeve û got, Kurd ancax yek bin, hingî dikarin hebûna xwe biparêzin.

Ji çalakgeran Sûltan Yilmaz jî silavên xwe ji Ocalan û dayikên şehîdan re şand û anî ziman, ew bi fikar in ji ber ku demeke dirêj e nikarin agahiyê ji Ocalan bigirin.

Çalakgerên ji bajarê Bordeaûxê hatine, wê heta roja Yekşemê nobedê bigirin û li ser mijarê agahiyê bidin welatiyên Fransayê û tûrîstên biyanî.