Nobedarên vê hefteyê hunermendên TEV-ÇAND'ê ne

Çalakiya nobedê ya 'Azadî ji Ocalan re' li bajarê Strasbourgê yê Fransayê 7 sal in didome. Nobedarên vê hefteyê yên çalakiyê hunermendên TEV-ÇAND'ê ne.

Çalakiya nobedê ya bi navê 'Azadî ji Ocalan re', ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 364'an de ye.

Nobedarên vê hefteyê hunermendên TEV-ÇAND'ê Hozan Seyidxan, Zarîfe Zerrîn, Garîp Baştan, Zelal, Sozdan û Hasan Nas e.

Ji çalakgeran Hozan Seyidxan diyar kir esareta Rêberê Gelê Kurd ne ya qebûlkirinê ye û got, "Gelê Kurd bi sekna xwe nîşan daye ku jiyanek bêyî Ocalan nabe." Hozan Seyidxan bal kişand ser konsepta Ocalan a ji bo jiyana wekhev û bi hev re ya gelên Rojhilata Navîn û bi bîr xist, ji bo vê yekê berdêlên mezin hatine dayin.

Hozan Seyidxan diyar kir, hunermend xwedî li nobeda 'Azadî ji Ocalan re' derdikevin û anî ziman ku nobed wê heta azadiya Ocalan pêk were. Hozan Seyidxan destnîşan kir, xwedîderketina li azadiya Ocalan wezîfeya însanî ya her kesî ye û bang li gelê Kurd kir ku tevlî çalakiyên ji bo vê armancê bibe.