Nobeda edaletê ya HDP’ê, di nav tecrîdê de didome!
Nobeda Edalet û Wijdanê ya HDP’ê ya ku piştî li Amedê li Stenbolê dabû destpêkirin, di bin ablûqaya polîsan de didome. Mirovan li gorî dorê û hejmaran dixin parkê.
Nobeda Edalet û Wijdanê ya HDP’ê ya ku piştî li Amedê li Stenbolê dabû destpêkirin, di bin ablûqaya polîsan de didome. Mirovan li gorî dorê û hejmaran dixin parkê.
Nobeda HDP’ê ya Edalet û Wijdan duh li Stenbolê destpê kir. Nobeta li Stenbolê wekî ya Amedê di bin ablûqaya polîsan de didome.
PARKA KU KES NIKARE TÊKEVÊ
Ji dema ku nobet hatiye destpêkirin kesên sîvîl nikarin têkevin parkê. Gelek sazî û dezgeh û rêxistinên HDP’ê yên Stenbolê hatine piştgiriyê.
Kesên tên parkê ji deriyê têketinê li gorî hejmaran û bi dorê dikevin parkê. Herkesî jî naxin parkê. Carinan polîs ji bo têketinê bi saetan mirovan dide sekinandin. Hinek kes ji saet 08.00’an a sibehê ve li bendê ne ku, têkevin parkê, lê ev tişt ne li xema polîsan e.
JI DU DERIYAN MIROV DIKEVE HUNDIR
Piştî têketina ji deriyê pêşîn, deriyekî duyemîn ê kontrolê derdikeve pêşiya mirov. Li vê derê qelebalixî zêde ye, ji ber ku li bendê ne ku kesên li hundir kêm bibin. Du kes derkevin ev tê wateya ku du kes dikarin têkevin hundir.
KOTAYA LI QADA NOBETÊ
Dema mirov digihêje qada Nobedê roja pêşîn 35, roja duyemîn jî 50 mirov hebûn. Piraniya wan jî rojnamevan in. Gelek parlementer roportajê didin çapemeniyê.
Kesekî 50 salî roja pêşîn 8 saetan sekiniye û lê ew nexistine hundir. Di roja duyemîn de ketiye nav parkê.
“DEWLET BI PÊKANÎNÊN XWE NOBETÊ DIDE XUYAKIRIN”
Parlementerê HDP’ê Sirri Sureyya Onder jî di nobetê de û qet vala nabe. Di kêlîkekê de em roportajê bi wî re dikin. Onder got: “Dewlet bi pêkanînên xwe nobetê derdixe pêş. Em dibêjin welat bûye girtîgeheke mezin û ew jî îdîa dikin ku tiştekî wisa tune. Lê radibin li dora 10 parlementeran dîwaran lêdikin lê eleqeya gel û saziyên sîvîl a ji bo nobetê zêde ye.”
“NE EM, EW GIRTÎ NE”
Parlementer Sîbel Yîgîtalp jî di nobedê de ye jî wiha got: “Ferqa nobeda li Amedê û ya Stenbolê tune. Ji ber ku HDP li ku be, li wê derê pêkutî heye. Ji roja pêşîn ve partî û sazî tê. Di heman demê de polîs bi hezaran kesan bi paş ve vedigerînin. Ji ber bariyerên ku dewletê daniye vê derê, ne em lê ew girtî ne. Ê azad em in.”