'Nezelaliya muzakereyan pêvajo xetimand'

'Nezelaliya muzakereyan pêvajo xetimand'

Prof. Buşra Ersanli diyar kir ku nuqteya îro ya pêvajoya aştiyê hatiye, ji ber şêwaza rêvebirina muzakereyan e û destnîşan kir ku AKP û navgînên çapemeniyê, agahiyên li ser pêvajoyê bi awayekî yekalî weşandine. Ersanli pakêta demokratîkbûyînê ya AKP'ê jî rexne kir.

Di ser aşkerakirina "Pakêta Demokratîkbûyînê" ya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re mehek bihurî, lê belê rexneyên li naveroka pakêtê dewam dikin. Kurd ji naverokê nerazî ne, derdorên demokratîk jî diyar dikin ku pakêt taktîkeke hilbijartinê ye û nerazîbûnê nîşand idin. Yek ji xwediyê van nerazîbûnan Hîndekara Zanîngeha Marmarayê Prof. Buşra Ersanli ye. Prof. Ersanli da xuyakirin ku pakêta hat aşkerakirin dûrî pîvana wekheviyê ye û bi kêrî civakê nayê. Prof. Buşra Ersanli projeya dibistanên taybet ku di beşa perwerdeya bi zimanê dayikê ya pakêtê de cih girt rexne kir û got, "Ev yek dê navbera civakê hîn bêtir veke. Dê bêhevsengiyê bi xwe re bîne. Derdoreke nû ya bijarte (elît) bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê divê Kurd pêwendiyê nîşanî vê nedin."

Ersanli her wiha ragihand ku ji ber AKP felsefeya elîtîst, hiyareşîk a salên 1930 dide jiyîn, li Tirkiyê guhertin pêk nayên û destnîşan kir ku pêşketinên heyî jî di encama têkoşîna gel de derketine holê.

Prof. Buşra Ersanli der barê "Pakêta Demokratîkbûyînê" ya AKP'ê, polîtîkaya Tirkiyê ya li ser Sûriyê û dozên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de bersiv da pirsên ANF'ê.

Li Tirkiyê pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hindik maye saleke xwe dagire. Lê belê pêvajoya ku bi heyecaneke mezin destpê kir, bi aşkerabûna pakêtê re ket rewşeke xetimandî. Bi dîtina we, sedemên ku pêvajo anîne vê nuqteyê çiye?

Yek ji sedemên ku pêvajo hatiye vê nuqteyê, nezelalî ye. Hikûmet û komên medyayê yên nêzî wê, gelek agahiyên der barê pêvajoyê de bi awayekî yekalî diweşînin. Tevlîheviya agahiyan heye. Gel, rêxistinên civakî yên sivîl û medya tiştekî zelal nizanin. Dema rewş bi vî rengî be, hingî haya mirovan ji vê pêvajoyê, haya wan ji hevdîtinan nabe. Ev yek diyalog e yan jî danûstandineke muzakere ye? Haya kesî jê nîne. Destpêkê behsa gavên 1., 2. û 3. hatin kirin. Gava 1. ji aliyê PKK'ê ve hat avêtin û bi tenê bi vê gavê re sînorkirî ma. Hikûmetê destpêkê îdîa kir ku ji sedî 15 hêzên gerîla vekişiyane û pêvajo rawestand. Bi vî rengî hewl da demê qezenç bike. Yanî divê pirsa "mesele ev e, rêjeya ji sedî yekê ye?" were pirsîn. Li gorî min pêvajo di wê astê de qediya. Ji bo fêmkirina vê pêwistî bi bendemayîna pakêtê nebû.

Di vir de mijar çiye?

Ev pêvajo, mîna ku tevgera Kurd tîne ziman ji bo radestkirina mafên siyasî, çandî, takekesî yên Kurdan hat destpêkirin. Dayîna van daxwazan tê wateya radestkirina statu û mafên çandî û siyasî.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di her firsendê de dibêje ew dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike. Eger ev hemû tên qebûlkirin, çima hingî di pratîkê de pêk nayên?

Li Tirkiyê niha vîneke bi vî rengî nîne. Felsefeya 1930 bi temamî ji holê ranebûye. Hêzeke elît heye ew rêveber in, yên mayî jî xizmetkar in. Li Tirkiyê ev hişmendî ji holê ranebûye. Li aliyê din pergala perwerdeyê ya berê li holê ye. Ev yek bi xwe re hiyearşî, karîyerîzm û elîtîzmê tîne. Ji ber van hemûyan guhertin pêk nayê. Ji bo AKP bêje 'Me Tirkiye anîne nuqteyekê' divê van hemûyan ji holê rake. Ji ber ev ne kiriye, nikare tiştekî bike. Eger li Tirkiyê hin pêşketin hebe ev jî di encama têkoşîna gel de pêk hatine. Ji ber vê yekê bingehek derketiye holê, lê hikûmet û desthilatdarî nikarin vê vînê bi temamî bikar bînin.

Gelên li Tirkiyê dijîn bi kîjan xeteriyan re rû bi rû ne?

Armanca AKP'ê di salên 2023, 2053, 2071'an de desthilatdar be. Hêrseke ku qîma xwe bi rêjeya ji sedî 50 nîne, heye. Di kesayetiya lîder de mezinbûneke bê hevsengî heye. Nikarin hevsengiya vê bikin. Qîma xwe bi rêjeya ji sedî 50 nîne û ji sedî 75 dixwaze. Dibe ku dûre bêje 'ji sedî sed.' Li gel van hemû neyîniyan ez erênî difikirim. Bi mûxalefeteke afirîner û bê tundiyê, dikare pêşî li vê bê girtin.

Em careke din vegerin li naveroka pakêtê, ji bo Kurdan hin mafên çandî, perwerde hene. Lê belê têra Kurdan nakin. Hûn çawa dinirxînin?

Kurd mafdar in. Ji ber ku tiştên di nava vê pakêtê de min jî tetmîn nakin.

Çima? 

Ya herî bingehîn pîvana wekheviyê û perwerde ye. Ew jî di nava pakêtê de nînin. Qed nebe diviyabû ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê vînek diyar bikira. Çawa ku ji bo daxistina benda hilbijartinê hin alternatîf-pêşniyar nîşan da, di mijara perwerdeya zimanê dayikê de jî heman tişt dikarî bihata kirin. Lê çi kirin, di şûna ku vê vînê nîşan bide de gok avêt hembêza bazarê. Dibêje 'Bila Kurd dibistanên xwe yên taybet vekin.'

Ji bo jîndarî û pêşveçûna Kurdî gelo pergala dibistanên taybet têrê dike?

Têrê nake. Ji ber çi? Ev pêkanînek bi kêrî gelemperiyê nîne. Ev yek mafeke ji bo kesên xwedî derfet in. Ev yek li dijî prensîba wekheviya firsendê ye. Ji ber vê yekê, bi temamî li gorî kêfa dilê desthilatdariyê hatiye kirin. Bi dîtina min, bi vê yekê re desthilatdariyê xwestiye demekê ji xwe re peyda bike, di hilbijartinên herêmî de dengan winda neke, dengên rastgiran bi taybetî jî dengên belavbûyî yên CHP'ê bi dest bixe. Li aliyê din bi gotina 'Kurdên me, Kurdên we' dixwaze rê li ber perçebûnekê veke. Ev yek ji mêj ve li Tirkiyê heye. Ev nêzîkatî û hişmendiya cihêkariyê dewam dike. Eger AKP ji dil bûya û li xêra gelemperiyê bifikiriya, dê ji bo pêşvebirina zimanê dayikê mînakên li cîhanê ji xwe re esas bigirta û li gorî wê gav biavêta.

Ev mînak çine? Eger esas bên girtin, dê destketiyên wê çi bin?

Li cîhanê mînakên vê gelek in. Li herêmên lê bicih hatine anîn rê li ber gelek destketiyan vekirine. Mînak li Bolîvyayê bi pêşvebirina zimanê dayikê re em dizanin ku rêjeya beşdariya li rêveberiyên herêmî zêde bûye. Em dibînin ku jin hîn bêtir aktîf bûne, keçên ciwan hîn bêtir çûne dibistanan. Bi çav hatiye dîtin ku piştî xwendekar lîse û dibistan qedandine, hîn bêtir kêrhatî ne. Dîsa eger perwerdeyek bi cot zimanan were kirin, dê fersên ji xwe bawer têbigihêjin.

Piraniya Kurdan xizanin. Derfetên wan ên şandina zarokên xwe li dibistaneke wiha nîne. Bi dîtina ew ev yek dê rê li ber çi encaman veke?

Li gorî min; Kurdên di vî warî de xwedî derfet û pispor, tişta yekane ku divê bikin, li gorî standartên cîhanê estîtuyên Kurdolojî yên gerdûnî vekin. Ji bo pêşveçûyîna Kurdî divê xebatên akademîk bên meşandin. Di encama van xebatan de mirovên karibin di dema pêş de di dibistanan de perwerdeyê bidin, derkevin holê. Ji bo pêşerojê divê razemeniyên xurt werin kirin. Ev yek d3e ji dibistanên taybet kêrhatîtir be. Bi dîtina min, di rewşa niha de dibistaneke taybet a elît, dê bi kêrî tiştekî neyê.

Ji ber çi?

Dê navbera civakê veke. Bêhevsengiyê bi xwe re bîne. Aliyekî nû yê elît biafirîne. Ev yek jî wê bi xwe re pirsgirêkeke nû bîne. Dê Kurdên xizan û Kurdên elît li hemberî hev derkevin. Çawa ku li Tirkiyê di navbea xizan û elîtan de pirsgirêk hat afirandin, dikare di navbera Kurdan de jî ev xwe bide der. Dibe ku rê li ber qadên nû yên desthilatdariyê, hikumdariyê, hiyerarşiyê, erkdariyê veke. Dikare Enqereyên biçûk biafirîne.

Hûn polîtîkaya AKP'ê ya der barê Sûriyê de çawa dinirxînin?

Nêzîkatî ev e; Min li vê derê têra xwe cih li Kurdan teng kir, hinekî li wê derê jî cih li wan teng bikim. Vê yekê jî bi destekkirina komên li wir êrîşî Kurdan dike, pêk tîne. Erdogan xwe weke lîderê Rojhilata Navîn, fatîhê cîhana Îslamê dibîne. Ji bo li Sûriyê pergaleke Kurdistanê neyê afirandin bi komên li wê derê re hewl da cih li Kurdan teng bike, lê planên wan bi ser neketin.

Nêzî saleke hûn hatine berdan lê darizandina we dewam dike. Ji doza hûn lê tê darizandin herî dawî ji 94 siyasetmedaran 4 jê hatin berdan. Di dozên KCK'ê de gelo tiştekî hatiye guhertin heye?

Tiştekî hatiye guhertin nîne. Li holê; bi tenê rêvebirin heye. Têgihiştin ev e, 'heta hilbijartinên herêmî ez çiqas mirovan di hundir de rabigirim, ewçend jî kar e.' Armanca girtina me jî ev bû. Serokên Şaredariyan, parlamenter, endamên meclîsa şaredariyan ên partiyê di hundir de ne. Niha 8-9 hezar girtîn hene. Dê perçe bi perçe berdin, heta ev hejmar dakete 6 hezarî. Dê vê yekê li demê belav bike. Hilbijartinên herêmî hene, piştre jî hilbijartinên giştî. Ev yek wê heta 2015'an wiha dewam bike. Sedem çiye? Nêzîkatiya; 'Ez çiqasî di hundir de rabigirim mûxalefeta min dê ewçend kêm bibe' Mûxalefeta rastî. Ez behsa mûxalefeta biyanî nakim. Ev ji destpêkê ve wiha bû. Ji xwe ji sedî 95 ê girtiyên KCK'ê encama polîtîkayên dîlgirtinê bû.