Nexweşxaneya dewletê xwendekarê Kurd tedawî nekir!

Xwendekarê Kurd ê bi navê Selahattîn Halhalî yê ku li Tokatê komeke faşîst êrîşî wî kir, nexweşxaneya dewletê ew tedawî nekir.

Xwendekarê Kurd ê bi navê Selahattîn Halhallî yê ku li Tokatê Zanîngeha Gazî Osmanpaşa dixwend, duh komeke faşîst êrîşî wî kir. Kurdên li derdorê Halhallî rakirin nexweşxaneyê. Lê peywirdarên nexweşxaneyê yên li vê derê bi hinceta ku “di êrîşeke duyemîn de, wê nikaribin Halhallî biparêzin” Halhallî tedawî nekirin.

Xwendekarê Kurd ê di nav xwînê de, birin şantiyeye avahiyan a ku Kurd lê dixebitin. Li vê derê têkilî bi malbata Halhallî re hate danîn. Malbat bi şev hat û zarokê xwe birin Dîlokê. Halhallî li vê derê li nexweşxaneyeke taybet hate tedawîkirin.

‘LI VÊ DERÊ EWLEHIYA CAN TUNE’

Şahidên bûyerê diyarkirin ku, ewlehiya canê karkerên Kurd ên li Tokatê jî tune û diyar kirin ku êrîş li wan ser heye û banga bihistyariyê kirin.