Nexweşiyê pençeşêrê rakirin nexweşxaneyê

Faîk Dursun ê 65 salî ku bi nexweşiya pençeşerê ye û di qirkirina operasyona siyasî de hatibû destgîrkirin ji bo ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê.

Duh di saetên serê sibehê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatibû destpêkirin de polisan li navend û navçeyên Cizîr, Hezex, Silopî, Qilaban û Elkê yên Şirnexê bi ser malan de girtibûn û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de gelek kes destgîr kiribûn. Hejmara kesên ku li bajar hatibûn binçavkirin derket 23’an.

Diyar bû, Hevşaredarê Berê yê BDP'ê yê Elkê Faîk Dûrsûn ku di bin çavan de ye nexweşê pençeşêrê ye. Malbata Dûrsûn, ragihand ku ji ber ku kuxika zêde polisan Dûrsûn rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, testa wî ya Covîd-19'ê girtine û li benda encama testa wî ne.

2 KES HATIN BERDAN

Endama HDP'ê Meryem Aşkara ku di dema binçavkirina xwe ji aliyê polisan ve hatibû derpkirin û Sûzan Acar, piştî ku kirariyên wan ên gotinê girtinê li Miduriyeta Polisan a Cizîrê bi dawî bû, hatin berdan.

Hate ragihandin ku kesên hatine destgîrkirin wê îro li miduriyeta polisan gotinên wan bên girtin.

Kesên ku hatine destgîrkirin navê wan wiha ne: “Hevşaredara HDP'ê ya Cizîrê Berîvan Kutlu, endamên KCD Ekrem Şavli, Alî Guven, Abdûllah Acar, delegeyên KCD'ê Aydin Denîz û Fîkret Cîn, Hevseroka HDP’ê ya Hezexê Nafiye Gecgel, Hevserokê HDP'ê yê Silopiya Kadîr Kûnûr, Hevseroka berê ya HDP'ê ya Silopiyê Aycan Azmaz, Rêvebirê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinc, Rêvebirê berê yê HDP'ê yê bajaroka Sêgirkê Yakûp Barkin, Rêvebirê HDP'ê Dûrsûn Cakir, Delegeyê KCD'ê Ridvan Ûysal, Serokê berê yê DBP)’ê yê Şirnexê Cemîl Gûn, Hevseroka berê ya DBP'ê Ayşe Altaay, Hevşaredarê berê yê BDP'ê yê Elkê Faîk Dûrsûn, Hevşaredara berê ya bajarokê Gundikêmelê Leyla Erdem, endamên Meclisa Giştî ya Bajêr Elfesya Nas, Yûnûs Ozgen, Nevzat Kaygûsûz û Asûman Kulter, Dayika Aşitiyê ya Sîlopiyê Şemsê Kara.”