Newroza Yenîkapi: Wê faşîzim têk biçe, gel bi ser bikeve

Bi sedhezaran kesên li Yenîkapi kom bûn, tecrîda li Îmralî û hewldana girtina HDP’ê protesto kirin, xwedî li berxwedana li zindanan derketin. Di pîrozbahiyê de bal kişandin ku wê desthilata AKP-MHP’ê bi berxwedanê têk biçe.

Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi beşdariya sedhezaran kes li Qada Yenîkapiyê destpê kir. Di pîrozbahiyê de coşe û kelecanek mezin serwer e. Hêrsa bi sed hezaran kes kêliyek jî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldana girtina HDP’ê kêm nebû.

Bi sedhezar welatî di sê xalên lêgerînê de derbasî qadê bûn. Welatiyan bênavber dirûşm berz kirin û jin bi reng, xeml û tîliliyên xwe li qada Newrozê civiyan. Ciwanan sirûda Rojava û stranên kurdî gotin. Li her bi host qada Newrozê welatî li ber dengê erbane, stran û def û zirnê govendê digerînin.

Bi sed hezaran welatî dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bêserok jiyan nabe” berz dikin û silavên xwe ji girtiyên di çalakiyên greva birçîbûnê de ne re dişînin. Her wiha girse bênavber dirûşmên dilsoziya bi HDP’ê re berz dikin û dengê dirûşma “Dest nede vîna min” xwedî li HDP’ê derdikevin.

Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin. Piştre Komîteya Amadekar a Stenbolê derket ser dikê û gel silav kirin. Serokê Komîteya Amadekar Mûrat Kalmaz jî axaftinek kurt kir û Newroza pîroz kir.

Zeynep Çelîk li ser navê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasî ya Stenbolê metna hevpar xwend û destnîşan kir ku ew ê rê nedin sextekaran û Newroza li gelan pîroz kir. Çelîk anî ziman ku ew ê teslîmî faşîzmê nebin û destûr nedin ev welat ber bi tariyê ve biçe. Çelîk peyama xurtkirin û bilindkirina têkoşînê da û got: “HDP ne bi tenê ye. Wê faşîzm têk biçe û gelên li ber xwe didin bi ser bikevin.”

Pîrozbahî bi hemû coşa xwe berdewam dike.