Newroz li Lubnanê hate pîrozkirin: Em dixwazin Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin

Kurdistaniyên li paytexta Lubnan Beyrûdê tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

PÎROZBAHIYA NEWROZÊ

Li paytexta Lubnan Beyrûdê bi hezaran Kurdistanî tevî dostên xwe berê xwe dan herêma Multeqa El Nehrên a Damûrê ku Newrozê lê pîroz bikin. Nûnerên partî, hêzên siyasî yên Lubnanê û komeleyên Kurdan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Piştî ku agirê Newrozê hate dadan axaftin hate kirin û hate ragihandin ku wê bi ser bikevin û agirê Newrozê wê li dijî dagirkeran her tim tund be.

Serokê Komeleya Newrozê ya Lubnanê Cemal Hesen jî got, "Em bi hev re dijîn, li dijî dagirkeriyê em hewl didin rêveberî û statuyeke xwe ava bikin. Em hêvî dikin ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî di nava xwe de bibînin."

Seroka Komeleya Jinê ya Jîn Buşra Alî jî got, "Newroz vejîn e. Nîşaneya serketina başiyê ye. Em ji vê bawer dikin û hêvî dikin ku azadî, aştî û wekhevî li welatê me bi cih bibe."