Newroz li Bremenê hat pîrozkirin

Li Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin. Li bajarê Elmanya Bremenê, bi pêşengiya PYD'ê Newroz hat pîrozkirin.

Li Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin. Li bajarê Elmanya Bremenê, bi pêşengiya PYD'ê Newroz hat pîrozkirin.

Kurdistanî ji bo pîrozkirina Newrozê li bajarokê Oslephausen ê Bremenê li hev civiyan.

Li salona pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ, YPG û PYD'ê hatin daliqandin.

Nûnerên NAV-DEM, Partiya Kurd a Demokratîk li Sûriyeyê, Yekîtiya Êzidiyên li Sûriyeyê di pîrozbahiyê de peyama xwe dan. Endama Konseya Leşkerî ya YPJ'ê Nesrîn Abdullah jî bi rêay telefonê beşdarî pîrozbahiyê bû û Newroz li Kurdistaniyan pîroz kir.

...