Nerazîbûna li dijî girtina aktivîstên mafê mirovan hate redkirin

Li Buyukadaya Stenbolê 8 aktivîstên mafê mirovan piştî binçavkirinê hatibûn girtin. Nerazîbûna li dijî girtina wan ji aliyê dadgehê ve hate redkirin.

Di 5'ê Tîrmehê de li Buyukadaya Stenbolê 8 aktivîstên mafên mirovan hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin. Nerazîbûna li dijî girtina aktivîstan ji aliyê 11'min Dadgeha Cezayê Sulh a Stenbolê ve hat redkirin.

Li gorî nûçeya Deûtshe Welle ya di beşa Tirkî de cih digire, dadgehê, di biryara xwe de diyar kir ku delîlên ku hatine pêşkêşkirin ji bo domandina rewşa girtina wan têrê dike. Parêzerê hemwelatiyê Elman Peter Steûdtner û parazvanê mafê mirovan yê girtî, biryara dadgehê û rewşa girtina muwekîlê xwe rexne kir.

Parêzeran diyarkirin ku Steûdtner li girtîgeha yek kesî tê girtin û hevdîtina roja Pênçşemê ya Steûdtner a bi parêzerekî xwe re bi kamerayan hatiye tomarkirin. Parêzeran bal kişandin ser dema hevdîtinê, memûrên ji cezayê înfazê ji amadebûne û diyar kir ku ev rewş li dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropa (PMME) û Destûra Bingehîn e.

Parêzvanên mafê mirovan Îdîl Eser, Alî Ghavarî, Peter Steûdtner, Velî Acû, Gunal Kûrşûn û Ozlem Dalkirina bi îdîaya 'Alîkarî dayîna rêxistinê' hatibûn girtin. Nalan Erkem Şeyhmûş Ozbeklî, Nehat Taştan û Îlknûr Ustun jî bi şertê 'kontrola edlî' biryara berdana wan hatibû dayîn.

Piştî berdanê di derbarê Nalan Ekrem û Îlknûr Ustun de biryara girtinê derketibû û hatibûn girtin. Li gorî vê hejmara parazvaên mafê mirovan gihiştibû 8'an.