Ne şewat e, lê kuştina civakî ye

Ji Buroya Koç û Penaberan a EMEP'ê Hîlmî Miynat bal kişand ser mirina 9 Sûriyeyiyên li Bûrsayê ku 8 ji wan zarok bûn û got, eger tedbîr neyên wergirtin wê ji bo kedkarên Sûriye û Tirkiyeyî ku her roj bêhtir xizan dibin, pirsgirêk girantir bibe.

Li navçeya Yildirim a Bûrsayê pêr êvarê ji ber şewata ji sobeyê 9 mirovên ji Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan ku 8 ji wan zarok bûn. Zor û zehmetiya jiyana penaberan a li Tirkiyeyê, xizaniya ku dibe sedema qezayên bi vî rengî di vê bûyera dawî de jî bi şênberî eşkere bû. Huseyîn El Cesim ku ji malbata xwe her kes ji dest da, karkerekî tekstîlê ye, di heman demê de kaxizan kom dike û bi vî rengî hewl dida ku malbata xwe xwedî bike. Ji zarokên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan 2 jê jî li atolyeya tekstîlê dixebitî û karkerên zarok bûn.

Ji Buroya Penaber û Koçberan a EMEP'ê Hîlmî Miynat li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

YÊN KU DIBÊJIN PENABER BI BELAŞÎ DIJÎN, BILA LI VÎ WÊNEYÎ BINIHÊRIN

Miynat ev bûyer weke cînayeteke civakî pênase kir û got, "Di şewata malan, şewata febrîqeyan, erdhej, lehiyê de timî xizan dimirin ku ev tesadûfî nîne. Di vir de rastiyeke civakî heye û cînayeteke civakî pêk hat. Her mirina ji ber xizaniyê cînayeteke civakî ye.

Malbat ji şer reviya û sala 2017'an hate Tirkiyeyê. Bav karkerê tekstîlê ye, di heman demê de ji bo karibe debarê bike kaxizan kom dike. Du ji zarokên mirin jî li atolyeya tekstîlê dixebitîn. Qaşo parastî bûn, lê belê şert û mercên wan ên jiyanê û vê şewatê nîşan dan ku neparastî bûn. Yên ku dibêjin 'penaber li vê derê bi belaşî dijîn' bila li wêneyê vê malbatê binihêrin."

Miynat anî ziman ku bi zivistanê re derfetên germkirina zarokan wê ji bo malbatan bibe pirsgirêkeke hîn girantir û got, "Stargeh, germkirin, jiyaneke mirovane ne tenê ji bo Sûriyeyiyan ji bo hemû kedkarên Tirkiyeyê pirsgirêka hevpar e. Şert û mercên neewle ji bo me hemûyan pirsgirêk e. Ji bo mirov bi heman rengî nemirin divê gav bêne avêtin. Em careke din sersaxiyê ji xwişk û birayên xwe yên karker re dixwazin û li dijî cînayetên civakî yên ji ber xizaniyê û li hemberî xizaniyê banga têkoşîna hevpar dikin."