NCDK û Meclîsên Jinan kongreyên xwe pêk anîn
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Jinan ên li Ewropayê li gelek bajaran kongreyên xwe pêk anîn.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Jinan ên li Ewropayê li gelek bajaran kongreyên xwe pêk anîn.
NCDK û Meclîsên Jinan ên li Ewropayê li gelek bajaran kongreyên xwe pêk anîn.
NURNBERG: Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, NCDK'ê kongreya xwe ya 5. a Asayî lidar xist. Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Ramazan Îmîr bi rêya telefonên ji beşdarên kongreyê re axivî û got, "Pêwîstiya herî mezin a vê serdemê berxwedan e. Em bawerin bi vê kongreyê re hûnê berxwedanê xurtir bikin û berê xwe bidin serketinê." Di dawiya kongreyê de hevserok û meclîsa ji 42 kesan hatin hilbijartin.
MANNHEÎM: Li Mannheîmê jî kongreya 6. a NCDK'ê pêk hat. Piştî nirxandina rapora karê salekê, 11 komîsyon û meclîsa ji 51 kesî hatin hilbijartin. Di kongreyê de peyama berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê hate xwendin.
BERLÎN: Meclîsa Jinan Dest-dan kongreya xwe ya asayî pêk anî û diyarî yek ji pêşengên tevgera jinan Armanc Goşkar kir ku meha Hezîranê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ketibû. Di dawiya kongreyê de Zelîha Işik, Jiyan Kaya û Leyla Rojava ji bo berdevkiya meclîsa jinê ya Dest-dan hatin hilbijartin.
DORTMÛND: Meclîsa Gel a Demokratîk a li Dortmûndê kongreya xwe pêk anî. Berxwedêrê greva birçîbûnê ya li Hewlêrê Nasir Yagiz bi deng peyamek ji kongreyê re şand. Yagiz diyar kir, bi geşbûna têkoşîna gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê û li Ewropayê wê bi ser bikevin. Endamê KNK'ê Maşallah Ozturk jî bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û diyar kir ku ev çalakî gelekî pîroz e. Orhan Kop û Ayten Karabûlût careke din ji bo Hevserokatiya Meclîsa Gel a Dortmûndê hatin hilbijartin.
OFFENBACH: Meclîsa Gel a Offenbachê kongreya xwe ya 6'an pêk anî. Beşdarên kongreyê bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê ya li pêşberî tecrîdê şermezar kirin. Di dawiya kongreyê de Îbo Ocalan û Yasemîn Kayran ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.
HALLE: Li bajarê Halleyê jî kongreya 2'emîn a NCDK'ê hate lidarxistin. Li dû nirxandina rewşa siyasî, Aynûr Ozcan û Hacî Altûn ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Meclîsa Gel a Demokratîk a Halleyê ku ji 47 kesan pêk tê hate ragihandin.
EÛSKÎRCHEN: NCKD a li bajarê Eûskîrchen ê Elmanyayê bi beşdariya 80 delegeyî kongreya xwe ya 3'emîn pêk anî. Nûrî Eren û Hediye Narman bûn hevserokê NCDK'ê.
MUNCHEN: Komuna Jinê-Sara ya li Munchenê bi şiyara 'Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê û Serok Apo azad bikin' kongreya xwe ya 3'emîn li dar xist. Di kongreyê de nameya Leyla Guven a ji TJA'yê re şand hate xwendin û di dawiyê de jî hevberdevk û endamên komîsyonê hatin hilbijartin.
AÛRÎCH: Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê jî civîneke gel li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn hate nirxandin. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê.
HÎLDESHEÎM: li Hîldesheîmê jî NCDK'ê kongreya xwe ya 6'emîn pêk anî. Di dawiya kongreyê de Şêx Îskender Torba û Hatîce Gonen bûn Hevserokên NCDK a Hîldesheîmê.
PARÎS: Meclîsa Gel a NCDK a Parîsê, kongreya xwe ya 5'emîn a asayî li dar xist. Di kongreyê de berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven pêk tê hate silavkirin. Piştî axaftin û xwendina peyaman hilbijartin hate kirin û Saniye Tûnç û Necmettîn Demîral tevî meclîsa ji 41 kesî hatin hilbijartin.
DRANCY: Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, Meclîsa Jinê ya Zîn 4.'kongreya xwe li dar xist. Kongreya ku bi beşdariya 45 delegeyên jin pêk hat, diyarî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate kirin ku 110 roj in di greva birçîbûnê de ye.
BORDEAÛX: Li bajarê Bordeaûxê jî meclîsa gel a NCDK'ê kongreya xwe ya 3'emîn organîze kir. Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Vedat Bîngol li kongreyê axivî û got, "Divê em li her devera Fransayê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê, berxwedanê mezin bikin û faşîzmê hilweşînin." Di dawiya kongreyê de Bedîa Hasan û Mehmet Aktaş ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.
RENNES: Li bajarê Rennesê, Meclîsa Jinê ya Sara Sêvê ya Komeleya Jinê ya Zîn, 4. Kongreya Asayî pêk anî. Dûygû Erol û Nedret Bûdancamanak bûn hevserok û meclîsa ji 5 komîsyon û 32 kesan hatin hilbijartin. Di kongreyê de biryar hate dayin ku kooperatîfa jinan li Rennesê were avakirin.
BÎEL: Li bajarên Bîel, Solothûrn, St. Gallen û Lûzern ên Swîsreyê, Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) kongreyên xwe pêk anîn. Li Lozanê jî Meclîsa Jinê ya Lajîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyan de hate ragihandin ku heta daxwazên Leyla Guven bên qebûlkirin, Kurdistaniyên li Ewropayê bi taybetî li Swîsreyê wê bi ruhê sefreberiyê li qadan bin.
LÛZERN: Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, Meclîsa Jinan a Lajîn a Lozanê, Meclîsa Jinan a Rojbîn li Aaraû, Meclîsa Jinan a Bêrîtan li Zurîchê û Komuna Jinan a Pinar li Solothûrnê, kongreyên xwe yên salane bi şiyara "Jin bi berxwedanê azad dibe" li dar xistin.