Navenda Parastina Gel Kerîm Şirnak û 3 gerîlayên din bibîranî

Navenda Parastina Gel Kerîm Şirnak û 3 gerîlayên din bibîranî

Fermandariya Navenda Parastina Gel, di salvegera şehadeta fermandarê HPG’ê Hamît Akil (Kerîm Şirnak) û 3 hevalên wî bibîranî. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Kerîm Şirnak di 28 salên jiyana gerîlatiya xwe de, di rojên zor, demên dijwar de mîlîtaniya xwe bi dehan carî ispat kiriye û li dijî her zor û zehmetiya şer bi îrade û sebreke mezin fermandarekî gerîlayan yê mînak bû.”

Fermandariya Navenda Parastina Gel, der barê salvegera şehadeta fermandarê HPG’ê Hamît Akil (Kerîm Şirnak) û gerîlayên HPG’ê Hakî Uludag yê bi navê kod Hakî Urfa, Îlhan Yildiz yê bi navê kod Rêgeş Yildiz û Engîn Argeş yê bi navê Şeran Sason ku di 3’ê mijdara 2012’an de li herêm Xakurkê ya girêdayê Qadên Parastina Medya bû, di operasyona ku artêşa tirk pêk anî de jiyana xwe ji dest dabû, bibîranî.

Navenda Parastina Gel bibîrxist ku fermandarê gerîlayan Kerîm Şirnak fermandarê çalakiya Taşdelen ku bandorek mezin çêkiribû û da zanîn ku di jiyana xwe gerîlatiyê ya 28 salan de li dijî her curey^we şer û zor-zehmetiyê bi îradeyeke mezin têkoşîn meşaniye û kesayet û sebr bi xwe re pêş xistiye. Navendê da zanîn ku ji ber vê jî gerîlayekê mînak bû.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bê guman şehadeta hevalê Kerîm, Hakî, Rêgeş û Şervan hem ji bo gelê me û hem jî ji bo me wendahiyeke gelek mezin bûn. Lê em wek HPG û gerîlayên Kurdistanê ji bo ku layîqê şehîdên xwe bin û hesret û hêviyên wan bînin cih wek her demê ji bilî serkeftinê tu rê tercîh nakin. Çiyê me hebe emê feda bikin. Bi wesîleya salvegera şehadeta wan de em hemû şehîdan bibîr tînin û soza xwe dê têkoşîna wan bilind bikin, dubare dikin.

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dabû wihane;

Hamît Akil (Kerîm Şirnak)  li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1985’an de tevli bû

Hakî Uludag (Hakî Urfa) li Rihayê ji dayik bû di 2000’î de tevli bû

Îlhan Yildiz (Rêgeş Yildiz) li Sêrtê ji dayik bû di 2006’an de tevli bû

Engî Argeş (Şervan Sason) li Êlihê ji dayik bû di 2012’an de tevli bû