NAV-DEM: Efrîn Kurdistan e; bi giyanê neteweyî em ê bersivê bidin

NAV-DEM’ê diyar kir ku heke dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike, ew ê Kurd bi giyanê neteweyî bersivê bidin êrîşan.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

‘EV TÊ WATEYA ÊRÎŞA LI HEMÛ DESTKEFTIYAN’

"Divê were zanîn ku êrîşa li dijî Efrînê wê wateya êrîşa li ser hebûn û deskeftinên Kurdan. Dîktatorê faşîst Erdogan miriyan ji goristanan derdixe û li hemberî manewiyata civakan bêhurmetiyê dike. Êdî dem hatiye ku gelê me ji wan re bibêje ‘Êdî bes e.’

Gelê Kurd û dostên wan xwedî vê bîr, rêxistinbûn û tecrubeyê ne ku, dikarin bersiva êrîşan bidin. Wekî xwedîlêderketina Kobanê, ew ê xwedî li Efrînê jî were derketin û ew ê dagirketiya Komara Tirkiyeyê pûç were derxistin. Ji ber ku Efrîn Kurdistan e.

Di serî de gelên Kurdistanê yên li her çar parçeyan, ji bo ku bersiva faşîzma AKP û MHP’ê were dayîn em bang li hemû dostên xwe dikin ku têkoşînê geş bikin.”