NAV-DEM: Cejn di çarçoveya wekheviyê de banga jiyanê ye!

NAV-DEM a bi boneya Cejna Qûrbanê daxuyaniyek da got: “Cejna Qûrbanê û hemû cejn di çarçoveya jiyana azad, demokrasî, edalet û biratiya gelan de banga jiyanê ye.”

NAV-DEM a daxuyaniyek nivîskî da, bibîr xist ku Cejna Qûrbanê ya alema Îslamê dîsa di naba şided û şer de derbas dibe. NAV-DEM a Cejna Qûrbanê a wateya aştî, edalet, heq, wekhevî û biratî ye, pîroz kir got: “Hemû berxwedêrên têkoşîna Rojhilata Navîn a nirxên cejnê lê serwer in silav dikin.

Cejna Qûrbanê ya gelên Rojhilata Navîn ku îro ji aliyê rejîma dagirker û qirker a dîktatoriya faşîst a Erdgan û hêzên wê yên cihê ên hevkar ve ji bo gelan veguheriye jehrê. Li ser nirxên mezin ên cejnê ya Rojhilata Navîn hene, ev êrîş ji aliyê kesên ku maskeya Îslamyetê li xwe kirine ve tê kirin û cejnê dike ku hê bi êştir û nexweş derbas bibe.

Cejna Qûrbanê û hemû cejin di çarçoveya jiyana azad, demokrasî, edalet û biratiya gelan de banga jiyanê ye.

Hêza ku îro li Rojhilata Navîn bibe bersiva banga iyanê û bike ku Rojhilata Navîn di nava cejnê de derbas bibe Tevgera Azadiya Kurd e. Êrîşa li ser nirxên Rojava, tê wateya êrîşa li ser nirxên cejnê. Yên êrîşî Şengalê kirin, dijminên cejnê yên faşîst in.

Îro gelê Kurd û alema Îslamê xemgîn derbasî cejnê dibin. Li dijî hêzên ku jiyanê li Rojhilata Navîn dikin jehir û li dijî cejnê ne di serî de li Efrîn û çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Ji ber vê divê hemû Misilman di serî de di vê Cejna Qûrbanê e li gel Efrîn, Efrîniyan û şoreşgerên Kurdistanê cih bigirin; dûayên xwe ji bo Rojhilata Navîn vegere cejnê û serkeftina Efrîn û şoreşa Rojava bikin. Di vê Cejna Qûrbanê de cih li gel şervanên azadiyê yên Efrîn ku xwedî li nirxên cejnê derdikevin bigirin.

Weke NAV-DEM’ê di serî de gelê Efrîn û berxwedêrên ku ji bo jiyana azad û demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were û li ser xaka wan cejn bên kirin silav dikin, Cejna Qûrbanê ya alema Îslamê ya hejar pîroz dikin.”