BI DÎMEN

Nasnameya şehîdên Xakurkê hate eşkerekirin

HPG'ê ragihand ku li Xakurkê 3 gerîla şehîd bûne û got, "Em careke din soz didin ku li Kurdistana azad a ku hesreta şehîdên me bû, xwedî li bîranîna wan derkevin."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de yên li herêma Xakurkê, 4'ê Tebaxa 2024'an hevrêyên me Asrîn û Xwînda, di 24'ê Tebaxa 2024'an de hevrêyên me Rustem şehîd bûn.

Hevrêyên me Asrîn û Xwînda ku li dijî paşverûtiya civaka bi serweriya mêr û kiryarên koletiyê yên li jinê têne ferzkirin Îdeolojiya Rizgariya Jinê weke yekane rêya rizgariyê dîtin, bi kelecaneke mezin ber bi refên azadiyê ve beziyan. Hevrêyên me Asrîn û Xwînda hêviya azadiyê ya ku şehîdên me yên jin ên pêşeng ên Apoyî bi berdêlên giran afirandin, hembêz kirin û ev hêvî mezin kirin, xwestin bigihînin hemû jinên bindest û bi têkoşîna xwe ya bi fedakarî gihîştin vê armanca xwe. Hevrêyên me Asrîn û Xwînda bûn milîtaniya fedaî ya felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ku îro li her devera cîhanê li ser zimanê jinan e, bi dilsoziya xwe ya bi pîvanên azadiyê re cihê xwe di dilê gelê me û jinên berxwedêr hemûyan de girtin.

Ewladê leheng ê xelkê me yê Serhedê hevrêyê me Rustem destpêkê li Kurdistanê piştre jî li Ewropayê beşdarî nava refên têkoşînê bû, bi dilsozî û samîmiyeteke mezin wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih anî. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser gelê me, gihîşt wê baweriyê ku şêweyê têkoşîna wî têrker nîne, lewma berê xwe da çiyayên Kurdistanê û weke gerîlayekî azadiyê tevlî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Rustem bi kesayetiya xwe ya durust, bi dilsoziya bi Rêber Apo û şehîdên me yên leheng dihate naskirin, li nava refên gerîla hewl da hîn bêhtir têbikoşe û hêjayî şehîdên me be.

Weke hevrêyên wan em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe Asrîn, Xwînda û Rustem, ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û careke din soz didin ku li Kurdistana azad a ku ew bi hesreta wê bûn xwedî li bîranîna wan derkevin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Asrîn Bawer
Nav paşnav: Sevda Topçû
Cihê jidayikbûnê. Riha
Dayik-Bav: Ayhan-Şehmûs
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tebaxa 2024 / Xakurkê

Nasnav: Xwînda Çiya
Nav paşnav: Necla Ahmed Silêman
Cihê jidayikbûnê: Dêrika Hemko
Dayik-Bav: Zeynep-Ahmed
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tebaxa 2024 / Xakurkê

Nasnav: Rustem Serhed
Nav paşnav: Şahîn Pekur
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Gulçîn-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Tebaxa 2024 / Xakurkê

ASRÎN BAWER

Hevrêya me Asrîn li navçeya Wêranşar a Rihayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe, her wiha tevlîbûn ji nava xizmên xwe yên nêz li nava têkoşîna me ya azadiyê çêbû, hîn di zarokatiyê de têkoşîna me nas kir. Hevrêya me ku bi hestên welatparêziyê mezin bû, di her kêliya jiyana xwe de bi dilsoziya bi nirxên xwe yên neteweyî û çandî mezin bû. Ji ber ku malbata wê koçî Mersînê kir, bi giranî li vê derê ma, li gel ku dûrî Kurdistanê bû cewhera xwe parast. Bi ciwantiya xwe re hîn bêhtir têkoşîna me ji nêz ve şopand, hewl da bersivê ji nakokiyên xwe re bibîne. Bi vê kûrbûna xwe re gihîşt wê baweriyê ku tenê di felsefeya Rêber Apo de dikar bersiva xwe bibîne, lewma lêgerînên xwe hîn kûr kir. Bi taybetî nêrîna avaniyên civakî yên kevneşop û yên xwe weke pêşketî nîşan didin a li pirsgirêka jinê, ferzkirina koletiyê bi versiyonên cuda li ser jinê, bû hinceta bingehîn ku hevrêya me Asrîn berê xwe bide felsefeya Rêber Apo. Hevrêya me fêhm kir ku fikrên Rêber Apo beriya her tiştî vegera li cewhera jinê yanî 'Xwebûnê' îfade dike û bi rengekî ku qet jê qut nebe bi Rêber Apo ve hate girêdan. Di heman demê de êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser destketiyên gelê me, hêrsa hevrêya me Asrîn a li dijî dijmin hîn mezin kir. Hevrêya me ji xwe re kir wezîfe ku teqez hesab ji dewleta Tirk a qirker bipirse, tola êşa gelê me hilîne û baweriya xwe pê anî ku ev yek jî tenê li nava refên gerîla dibe. Ji ber vê yekê jî di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku bi hesreta wê bû û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Asrîn ji bo hînî jiyana çiyê û gerîla bibe destpêkê beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû, li vê derê bi baldariyeke mezin beşdarî perwerdeyê bû. Hevrêya me xwest vê jiyana ku hebûna xwe di ber de feda kiriye bi wate û bi pîvan bijî û her tim lê pirsî. Jiyaneke jiber û ferzkirî ti carî qebûl nekir û di her kêliyê de xwest, her tiştên nû yên hîn bûye bi wate bike. Ji ber ku tevlîbûnek bi hestewarî kir, destpêkê ji aliyê hînbûna jiyana gerîla ve hinekî zor û zehmetî kişand, lê belê ev yek ji bo xwe kir hinceta têkoşînê û bi gavên ji xwe bawer û bi biryar jiyana xwe diyar kir. Hevrêya me ji xwe re kir armanca destpêkê ku tevlîbûna xwe di çarçoveyeke îdeolojîk de bide rûniştandin, bi vî rengî bibe gerîlayeke YJA Starê ya şareza û xwest, xwe ji aliyê leşkerî ve jî bi pêş ve bibe. Bi taybetî di demekê de ku êrîşên qirkirinê li ser gelê me yê li Rojava û Şengalê hate kirin, weke gerîlayeke jin xwest bersivê bide qîrîna jin û zarokên Êzidî. Hevrêya me Asrîn zanîbû ku ev yek jî tenê bi tevlîbûneke xurt a li nava têkoşîna azadiyê dibe û bi alîkariya hevrêyên xwe di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir û gavên mezin avêt.

Li herêma Xakurkê ku tevlî nava refên gerîla bû dest bi karên pratîkî kir û bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar di her karî de serketin ji xwe re kir esas. Ji bo vê jî bi tempoyeke bêdawî têkoşiya. Bi taybetî li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê her tim xwest li eniya herî pêş cih bigire. Tevî gelek çalakiyên li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li herêma Xakurkê bû û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêya me Asrîn bawer kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bi taktîkên gerîla yên dema nû dikare têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne û li ser vê bingehê beşdarî nava perwerdeyên pisporiya leşkerî bû. Bi tevlîbûna xwe ya çalak, bi coş û moral a li pêvajoya perwerdeyê hem ji aliyê taktîkên gerîla ve xwe bi pêş ve bir hem jî tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir. Hevrêya me Asrîn pêvajoya perwerdeyê bi rengekî serketî qedand û berê xwe da herêma Xakurkê ku lê dest bi gerîlatiyê kir û di serî de Şehîd Ahmed Rûbar - Mehmet Erdogan û Şehîd Ronahî - Şukran Çîftçî gelek hevrêyên hêja lê nas kir û bi hev re têkoşiya. Vê carê weke gerîlayeke YJA Starê ya ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve şareza li Xaurkê vegeriya û li vê qadê biçûk an jî mezin her kar kir. Bi fedakarî xebitî û nîşan da ku tenê bi mezinkirina têkoşînê dikare dilsoziya bi hevrêyên xwe yên şehîd û afirînerê jiyana azad Rêber Apo nîşan bide. Li tunelên şer ku îro berxwedaneke destanî lê heye, bi her awayî jê bawer kir û bi tempoyeke kar a ku ji hevrêyên xwe re bibe mînak tevlî karê avakirina tunelan bû. Piştî ku dewleta Tirk ji sala 2021'ê û pê ve li ser bingeha konsepteke nû ya êrîşê careke din êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, beşdarî nava çalakî û operasyonên leşkerî bû. Ji bo derbên giran li dijmin bêne xistin kedeke mezin da.

Piştî ku dewleta Tirk li herêma Xakurkê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir, vê carê jî hevrêya me Asrîn beşdarî nava tîmên gerîla yên nîv tevger bû, li hemberî êrîşên dijmin ji bo parastina herêma Xakurkê ku warê berxwedana mezin e, bi fedakarî şer kir. Hem li vê derê ji bo dilsoziya bi bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bîne, hem jî vê xaka pîroz a ku mirovahî weke bihuştê pênase dike ji dijmin re neke war, heta nefesa xwe yya dawî bi fedakarî û wêrekî şer kir. Hevrêya me Asrîn jiyana bi durustî, ji dil û pê bawer ji xwe re kir pîvan. Di 4'ê Tebaxê de tevî hevrêya xwe Xwînda tevlî karwanê şehîdan bû û di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe girt.

XWÎNDA ÇIYA

Hevrêya me Xwînda li bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê dilsozê nirxên neteweyî yên Kurd bû û di nava têkoşînê de bû, hevrêya me hîn biçûkanî têkoşîna me nas kir. Bi taybetî di zarokatiya xwe de ji çîrokên lehengiyê yên gerîla bi bandor bû ku ji malbata xwe guhdarî kir. Hîn biçûkanî fêhm kir ku gerîla şervanên azadiyê yên gelê me ne û ji ber vê yekê jî bû heyranê gerîla. Di sala 2012'an de bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re rastiya Rêber Apo nas kir, fikrên Rêberê me ku bi şoreşê re bi qismî jî bi cih hate anîn, fêhm kir. Hevrêya me felsefeya Rêbertî hîn bêhtir meraq kir ku jiyana azad û bi hev re ya gelên li Rojava pek anî û kete nava lêgerînê. Bi pêvajoya şoreşê re zêdebûna bandora jinan a li nava civakê, pêşengiya jinan a leşkerî, siyasî û civakî li nava şoreşê bala hevrêya me Xwînda kişand. Piştî ku hîn bû di bingeha vê guherîna civakî de felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo heye, hewl da hîn bêhtir Rêber Apo fêhm bike. Her ku xwend û bi jinên pêşengî ji civakê re dikirin nîqaş kir, hîn bêhtir zane bû, hem ji sekna van jinan a li nava jiyanê, qîmetê dida mirov, hem jî ji felsefeya Rêber Apo ya ku ew mejî da wan, bi bandor bû. Hevêya me Xwînda weke jineke Kurd a ciwan lêgerînên xwe yên azadiyê kûr kir, di heman demê de bi berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me hesiya. Ji hevrêyên me yên ku li dijî çeteyan bi lehengî şer kirin û şehîd bûn bi bandor bû û ji xwe re kir berpirsyarî ku rahêje çeka wan. Hevrêya me hîn di wê demê de fêhm kir ku çeka şehîdan temînata jiyana bi rûmet a gelê me ye û di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de ev hest mezin kir. Hevrêya me baweriya xwe bi wê yekê anî ku ev jî bi mezinkirina têkoşînê dibe û li ser bê bingehê lêgerînên xwe dewam kir. Hevrêya me bi dilê xwe yê durust û paqij, guh da dengê dilê xwe û biryar da ku bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêye ma xwest têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bimeşîne ku ji bîranînên gerîla bihîstibû û li ser vê bingehê sala 2016'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, bi vê perwerdeyê re di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi saya zelaliya di armanca xwe ya tevlîbûnê de bi coş û morelake mezin bi ser hemû zor û zehmetiyan ve meşiya û bi dilxwazî û biryardariya xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me ji xwe re kir karê destpêkê yê esasî ku ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe şareza bike û zanîbû ku tenê bi vî rengî dikare bersivê bide pêvajoya şerê giran. Ji ber tevlîbûna xwe ya ji dil û durust weke milîtaneke  YJA Starê ya li nava hevrêyên xwe cihê hurmetê bû, di her kêliyê de hewl da têkoşînê mezin bike. Hevrêya me Xwînda haya xwe ji rola pêşeng a jin û ciwanan a li nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hebû û weke jineke ciwan ji bo vê berpirsyariya xwe bi cih bîne zanîbû ku divê ji aliyê îdeolojîk ve xwe xurt bike. Ji ber vê jî di serî de felsefeya azadiyê ya jinê, ji bo karibe di gelek mijaran de xwe bi pêş ve bibe timî di nava lêgerîn û hewldanan de bû. Bi alîkariya hevrêyên xwe di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk anî, di rêya ku bi dilxwaziya azadiyê destpê kir bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê karên pratîkî kir û daxwaza wê ya herî mezin jî şerê li dijî dewleta Tirk a qirker bû. Ji bo vê jî israr kir ku biçe qadên ji şerê giran. Bi saya sekna xwe ya li nava jiyanê, daxwaz û biryardariya xwe ya li ser serketinê hevrêyên xwe îqna kir û bi pêşniyara hevrêyên wê destpêkê xwest tevlî perwerdeya taktîkên gerîla yên dema nû bibe. Bi vê armancê beşdarî perwerdeya li akademiyên leşkerî bû, di gelek branşên leşkerî de bû pispor û xwe ji pêvajoya şerê giran re amade kir.

Piştî ku perwerde bi rengekî serketî qedand hevrêya me derbasî herêma Xakurkê bû. Destpêkê xwezaya bêhempa ya vê herêmê bandoreke mezin lê kir. Hevrêya me diyar dikir ku ji bo parastina vê cografya bedew ew amade ye şer bike, lewma bi biryardarî cihê xwe li eniya berxwedanê girt. Manewiyata herêma Xakurkê hîs kir ku di serî de Şehîd Bêrîtan - Gulnaz Karataş ji gelek fermandar û şervanên hêja re malovanî kir, hewl da hêjayî van hevrêyan be ku li heman qadê meşiya bûn û ev hewlda di tevahiya jiyana xwe de nîşan da. Li hembeî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger baweriya xwe bi berxwedaneke xurt anî û timî kete nava lêgerînê. Hevrêya me Xwînda di gelek çaakiyên li dijî dijmin de ked da, di van çalakiyan de bi fedakariya xwe bû milîtaneke YJA Starê ku li nava hevrêyên xwe bû mînak. Bi taybetî ji bo taktîkên gerîla yên dema nû bi serketî bi cih bê anîn, bi zanebûn, jîrbûn û hewldanên xwe tevkariyeke mezin kir. 4'ê Tebaxa 2024'an di êrîşa dijmin de tevî hevrêya me Asrîn şehîd bû. Hevrêya me Xwînda heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kir û têkoşiya, bi vî rengî cihê xwe di nava têkoşîna me ya azadiyê de girt.

RUSTEM SERHED

Hevrêyê me Rustem, li bajarê Îdirê ku yek ji erdnîgariya herî qedîm a herêma Serhedê ye ku dîroka wê bi destanên lehengiyê tijî ye û gelek ewladên xwe fedayê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kiriye, jidayik bûye. Hevrêyê me ku bi hestên kûr a welatparêzî û exlaqê mezin bû, di temenê biçûk de derfet dît tevgera me nas bike. Hevrêyê me ji ber welatparêziya malbata xwe û şerê li Kurdistanê di temena xwe ya biçûk de rastiya dijmin zanî û li dijî dewleta Komara Tirk a dagirker her tim bûye xwedî refleks. 9 salan li dibistanên asîmîlasyonê yên sîstemê xwend, rastiya dijmin baştir fêm kir û bi helwesteke xurt dev ji dibistana mêtingeriyê berda. Hevrêyê me yê ku pîroziya kedê dizanî, ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike li înşaetan xebitî. Hevrêyê me ku nirxek mezin dida kedê, bi fedekariya xwe dilê her kesî qezenç kir. Hevrêyê me Rustem lêgerîna xwe ya li hemberî jiyana ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye berovajîkirin û bi azadiyek sexte hatiye xemilandin, kûr kir. Hevrêyê me ku mîna her ciwanên Kurd şerê li Kurdistanê ji nêz ve hîs dikir, bi taybetî ji ber şehadeta gerîlayan, li dijî dijmin gelek hêrs bû. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, li hemberî êrîşên li dijî destketiyên gelê me, ku bi kedek bêhempa ya tevgerê û şehîdên me hatin afirandin, kete nava lêpirsînên kûr.  Hevrêyê me dizanî bû ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst encax bi felsefeya Rêber Apo pêkan e. Di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt.  Hevrêyê me Rustem ê ku di nava xebatan de derfet dît partiya me ji nêz ve fêm bike û nas bike, xebatên xwe bi awayekî aktîf bi rê ve bir û her roj bi hesreta çûyîna çiyayên azad jiya. Hevrêyê me yê ku di sala 2014'an de ji berxwedana ku li Rojavayê Kurdistanê pêş ketiye hêzek mezin wergirt û biryardariya xwe ya têkoşînê xurttir kir, di xebatên xwe de bi nêzîkatiyên xwe yên fedekar û hesas bûye xwedî pratîkeke serketî. Li gel zexta giran a dijmin jî bê navber karê xwe domand. Hevrêyê me yê ji ber xebatên xwe yên di pêvajoya berxwedana Kobanê de rastî zextek giran a dijmin hat, berê xwe da Ewropayê û karê xwe bê navber dewam kir. Hevrêyê me ku sê salan di gelek xebatan de cih girt, bi sekna xwe bû kesayetekî ku mînak bê girtin. Bi redkirina hemû derfetên modernîteya kapîtalîst re, têkoşîna xwe xurtir kir. Hevrêyê me ku her tim xeyala xwe ya bûyîna gerîla zindî hiştiye û dizane ku encax bi cihgirtina li nava refên gerîla re dikare bersivê bide pêvajoyê, vê carê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Rustem ku di sala 2019'an de tevlî nava refên gerîla bû, piştî perwerdeyeke kurt tevlî xebatên Partiyê bû. Hevrêyê me bi awayekî zû adapteyî jiyana kolektîf a gerîla û şert û mercên çiyê bû û tevlîbûnek bi coş raber kir. Hevrêyê me ku wateyeke mezin dida her kêliya jiyana gerîla û dema xwe bi xwe perwerdekirinê re derbas dikir, hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Ji zanabûna hevrêyên xwe yên bi tecrûbe û jiyana wan sûdê girt û armanc kir ku bibe gerîlayekî jêhatî. Li dijî konsepta êrîşê ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, armanc kir ku bibe gerîlayekî pispor. Hevrêyê me yê ku ji bo bicihanîna pêdiviyên ruhê serdemê kêliyekê jî teredût nekir û xwest weke milîtanekî Apoyî yê ji her wezîfeyê re amade ye cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de bigire, pêşniyara perwerdeya pisporiyê kir. Hevrêyê me ku tevlî perwerdeyên pisporiyê bû, lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêyê me Rustem hem di perwerdehiya pisporiya leşkerî û hem jî perwerdehiya îdeolojîk de bi awayekî bi moral û bi coş tevlî bû û ji ber vê tevlîbûna xwe ya xurt, di taktîkên serdemê de bû gerîlayekî pispor. Bi taybetî li ser dersên îdeolojîk yên derbarê Kurdistanê û dîroka Partiyê de, lêhûrbûnên kûr jiya. Hevrêyê me ku hay ji pêvajoya ku gelê me û Partiya me tê re derbas dibe heye, piştî ku perwerdeya xwe ya pisporiyê qedand, derbasî herêma Xakurkê bû û tevlî xebatên pratîkê bû. Hevrêyê me ku li herêma Xakurkê di gelek xebatan de cih girt, di her xebata xwe de erka xwe bi awayekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me di ferqa rastiya ku şer bi amadekariya beriya şer tê qezençkirin de bû û li ser vê esasê cihê xwe di amadekariya tunelên şer de girt. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedekar re, erkên xwe yên demê bi cih anî. Hevrêyê me Rustem ku li herêma Xakurkê pratîkeke serketî pêk anî û tevkarî li gelek çalakiyan kir, bi aliyê xwe yê şerkirinê re bû mînak ji bo hemû hevrêyên xwe.

Hevrêyê me Rustem ku 24'ê Tebaxa 2024'an li herêma Xakurkê dema ku li ser peywirê bû di êrîşa dijmin de şehîd bû wê bi aliyê xwe ya sade, durist, kûr û şerkirinê, tim were bibîranîn. Hevrêyê me Rustem wê her tim bi biryardarî û sekna xwe ya zelal a li dijî sîstema kapîtalîst bê bîranîn. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hemû şehîdên xwe zindî bihêlin."