Namzetên HDP’ê serdanên xwe didomînin

Namzetên wekîltiyê yên HDP’ê xebatên xwe yên hilbijartina 24’ê Hezîranê didomînin.

Namzetên wekîltiyê yên HDP’ê li bazar, gund, kuçeyan hewl didin xwe bigihînin hemû beşên civakê û gel li her derê bi germî wan pêşwazî dike.

WAN

Rêxistina Bajêr a Wanê ya HDP’ê bi şev û rojv mal bi mal xebatên xwe dike.

Endamên partiyê yên ku çûne taxa Altkoyê ya Çaldiranê li ber stranan govend gerandin, mal bi mal geriyan û belavok dane gel.

Namzet Mukaddes Karakoç jî li Payizava xebatên xwe domandin. Hevşaredara Payizava ku qeyûm hatîn serê Yildiz Çetîn jî li taxan belavok belav kir û ji gel xwest ku dengê xwe bidin HDP’ê.

Karakoç ji hêla jinan ve bi germî hate pêşwazî kirin û bi gel re goven gerand.

Endamên TJA’yê jî li li Tûşbayê taxa Iskeleyê xebat kirin.

Li Muradiyê jî namzet Murat Sarisaç serdana esnafan kir û li ser rojevê civat gerandin.

TJA’Yê li Ipekyolu  jî bi namzet Asûman Yelmazer re tevlî nav civînên jinan bûn û piştre broşür gerandin.

EDENE

Li Edene jî namzetên wekîltiyê yên HDP’ê li taxên navçeya Seyhanê xebatên hilbijartinê kirin, serdana esnafên bazarê kirin. Welatiyan jî desteka xwe ya ji bo namzetan nîşan dan.

Li navçeya Ceyhanê jî serdana esnafan hate kirin.

Namzet Kemal Pekoz û Sever Uzun serdana Komeleyên Çanda Elewî kirin.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê namzetên HDP’ê li navçeyên Tarsûs, Akdenîz, Toros, Yenîşehîr û Mezîtlî civînên gel kirin, serdana esnaf û komeleyan kirin.

Her devera ku namzet çûnê gel bi germî ew pêşwazî kirin. Di axaftinan de namzetan gotin AKP ev 16 sal in ji pirsgirêka pê ve tiştek neaniye, tenê HPD dikare pirgirêkên berdest çareser bike û xwestin ku dengê xwe bidin HDP’ê.

ENTALYA

Li Entalyayê jî HDP’yiyan li navenda bajêr stand danîn, belav ok belav kirin. Namzetên HDP’ê Denîz Yildirim û Kemal Bulbul li navçeya Kemerê serdana esnafan û welatiyan kirin.

OSMANIYA

Lİ Osmaniye jî nametên HDP’ê Ahmet Eken, Derya Turhan, Muslum Çagan û endamên partiyê çûne bazara taxê. Belavok belav kirin û projeyên xwe ji gel re gotin.

Zarokên biçûk ku di dest wan de wêneyên Selahattîn Demîrtaş hebû bi dirûşma ‘Bijî HDP’ê desteka xwe dane HDP’ê.

HATAY

 Li Hatayê jî namzetên HDP’ê li Kirikhan û Entakyayê serdana esnafan û hilbijêran kirin.