Nameya Demîrtaş: Avakirina aştiyê!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê ku lê dîl tê girtin, nameyeke ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re nivîsand.

Nameya Demîrtaş a bi sernavê "Avakirina aştiyê" wiha ye:

"Têgînên civakî, li gorî dem û cih dibe ku xwedî wateyên cuda bin. Têgîna 'avakirina aştiyê' jî yek ji van e.

Di nava şert û mercên girtîgehê de, bi derfetên gelekî kêm, bi qasî ku dikarim ji parêzerên xwe re ragihînim hewl didim bibim bersiv ji hin hevpyevînan re. Di yek ji van hevpeyvînan de têkildarî xwe min gotibû, 'Rol û mîsyona min; mezinkirina şer nîne, lê avakirina aştiyê ye'. Ez dişopînim û dibihîzim ku ev tespîta min bûye mijar ji hin nîqaş û nirxandinan re. Bêguman mekanîzmaya rexnekirinê, çavkaniya bingehîn a têkoşîna me ye. Dixwazim bêjim ku hurmetê nîşanî va hemû rexneyan didim. Tevî vê yekê pêwîstiyê pê dibînim ku hin xusûsan zelal bikim.

Beriya her tiştî têgîna aştiyê di serdema heyî de ne têgîna bersivê dide kêliya ku çek bêden dibe û şer disekine. Ev têgîn berê ji bo qedandina şer û pêkhatina aştiyê têrker dihate dîtin. Lê belê di serdema heyî de aştî hê bi berfirehî tê nirxandin û rewşa ku potansiyela şer ji holê radike, vedibêje.

Sekinandina şer, bêdengkirina çekan û destberdana ji çekan jî bi tena serê xwe têra pêkhatina aştiyê nakin. Di têkiliyên navbera dewletan de, ku şîdeta aborî, siyasî, fîzîkî û psîkolojîk lê serdest e, di hemû têkiliyên weke dewlet-civak-şexs, jin-mêr, rêveber-ê tê birêvebirin û karsaz-karker de pêkhatina aştiyê bi jiholêrakirina potansiyela şer dibe.

Prof. Dr. Mîthat Sancar vê rewşê bi gotina aştiya erênî û aştiya neyênî pênase dike. Ji rewşa ku şer sekiniye, lê belê pirsgirêkê rê li ber şer vedikin nehatine çareserkirin re 'aştiya neyînî', ji rewşa ku potansiyela şer ji holê hatiye rakirin û çareseriyeke adil û wekhev hatiye afirandin re 'aştiya erênî' gotiye. Lewma di nava şert û mercên neyî de aştî di dema qedandina şer de ji ber xwe ev derneketiye holê, ji xwe nepêkane derkeve holê. Aştî ancax dikare bê avakirin. Di rewşeke ku şer dewam dike de, ji bo avakirina aştiyê pêwîste têkoşîneke bi biryar û xweser bê dayin.

Siyaseta demokratîk, tevgera jinan, qada, qada çapemeniya azad, qada çandê, tevgera ciwanên demokratîk û qadên sivîl ên mîna tevgera kedê, ji avakirina aştiyê berpirsyar in. Bi rêya rêxistiniyên ku civakê ji aliyê aborî, civakî, çandî û siyasî ve bike ku têra xwe bibe, divê dîsîplîneke 'xweparastina civakî' bê afirandin. Ev yek parçeyek ji avakirina aştiyê ye. Li gel vê yekê afirandina bingeha sosyo-psîkolojîk, her wiha têkiliyên dîplomatîk ên navneteweyî divê ji bo avakirina aştiyê bên bikaranîn. Liv û tevgera civakê ji bo aştiyê, tevî pêwîstiyên din ên di mijara avakirian aştiyê de, berpirsyariyek e.

Bêguman, eger şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan hebûya, wê ji bo avakirina aştiyê ji her kesî bêhtir karekî bi bandor û encamgir bimeşanda. Birêz Ocalan, tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî, di mijara 'avakirina aştiyê' de ev 19 sal in perspektîfên gelekî xurt datîne holê. Her ku firsend dît, hewl da ku bi rêya parêzeran û heyetan vê yekê bixe meriyetê. Ez yek ji wan kesên ku şens bi dest ketiye ku li Îmraliyê gelek caran rû bi rû pê re rûnêm, dixwazim bêjim ku min ev hewldana mûezam û kûr bi xwe dîtiye.

Tevî van hemûyan, eger hemû wezîfe û berpirsyariya 'avakirina aştiyê' bavêjin ser pişta Birêz Ocalan, gelo ev yek wê çiqasî mafdar be? Di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de eger berpirsyariya 'avakirina aştiyê' bixin stuyê Birêz Ocalan, gelo ev yek wê exlaqî be?

Bêguman rol û mîsyoneke rêbertiyê ya Birêz Ocalan heye. Ev rol dîrokî ye, sazûmanî ye û bi keda di nava têkoşînê de teşe girtiye. Birêz Ocalan bi mîsyona xwe ya rêbertiyê bûye mûxatabê aştiyê. Di danûstandinên gengaz de jî 'sermuzakerevan' e. Hewldanên ji bo afirandina mûxatabên cuda, neçarî bê encammayinê û bê watebûnê ye.

Avakirina aştiyê û bûyîna mûxatabê pêvajoyê aştiyê, bi têkoşîneke aştiyê ya hevpar a ketiye zikhev û hevdu temam dikin, dibe. Ya rast ew e ku têgîn rast bên destnîşankirin û şexs jî li gorî vê bên nirxandin.

Helwest û hewldanên di demên dawî de bi rengekî vekirî û sergirtî hewl didin şexsê min û Birêz Ocalan li hemberî hev rakin, hewldanên bi niyeta baş nînin. Bi gotina herî sivik, 'xeflet' e.

Bendewariya me ya herî mezin a ji dostên me ew e, ku siyaseta demokratîk weke vîna gel a hatiye hilbijartin li cihê ku mafê xwe ye, bi helwesteke hêja binirxînin. Ferasetên ku siyaseta demokratîk û pêşengên wan bê qîmet dikin, cihê lêpirsînê ne.

Bi nivîsandina peyva 'demokratîk' li pêşiya her têgînê re mirov nabe demokrat. Demokrasî çandek e, rêbazeke jiyanê ye. Ji bo pêngavên têkoşîna me mecbûriyetek e, ku ji xwe dest pê bike û her kes di çarçoveya pîvanên demokratîk de rexnedayina xwe bide, hesab bide gel. Li şûna xwendina niyetê, ya rast ew e ku li ser pratîka me rexne bê kirin, rexnedayin jî di pratîkê de were dayin. Bi vî rengî wê hê watedar bibe. Ji hemû hevalên ku li girtîgehan û li derve bi lehengî li ber xwe didin, ji dil silavên xwe dişînim.

Girtîgeha Edîrneyê
Selahattîn Demîrtaş"