NÇÊ ji bo Efrînê bang li civaka Êzidî kir

Navenda Çanda Êzîdxanê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û bang li civaka Êzidî kir ku dakeve qadan û xwedî li Efrînê derkeve.

Li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, Navenda Çanda Êzîdxanê (NÇÊ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev êrîş jib o tinekirina daxwazên azadiyê yên gelê Kurd e.

NÇÊ got, "Em wek Navenda Çanda Êzîdxanê bi tundî dewleta dagirker û hevalbendên wê şermezar dikin. Berxwedana gelê Kurd a bi heybet silav dikin."

NÇÊ bang li civaka Êzidî kir ku li her qadê li gel berxwedana gelê Kurd agirê serhildanê gur bike û got, "Em wek hunermendên Navenda Çanda Êzîdxan bi dil û can bi gelê xwe re ne. Berxwedana Efrînê wê rê li ber serketinê û azadiya Kurdistanê veke."

NÇÊ destnîşan kir ku her kesên xwedî wijdan û exlaq divê xwedî li Efrînê derkeve.