Mûstefa Şantop bû Serokê Meclîsa Tirk

Li Desteya Giştî ya Meclîsê ji bo Serokatiya Meclîsê ya dewreya duyem a Dema 27’an hilbijartin hate kirin. Mûstefa Şentop ê namzetê AKP-MHP’ê hate hilbijartin.

Hilbijartina serokatiyê veşartî hate kirin. Di tûra yekê de 556 deng hate bikaranîn û Mûstefa Şentop 324, Halûk Koç, 131, Erol Katircioglû 50, Îmam Huseyîn Fîlîz 34 û Erkan Baş jî 9 deng bi dest xist û 8 deng jî hatin betalkirin. Li gorî vê di tûra yekê de piraniya dengan nehate girtin û hilbijartin çû tûra duyemîn

Di vê tûrê de Erkan Baş namzetiya xwe betal kir. Di tûra duyemîn de jî 559 deng hatin bikaranîn. Mûstefa Şentop 329, Halûk Koç 133, Erol Katircioglû 53, Îmam Huseyîn Fîlî jî 36 deng anî. Dîsa ji ber piraniya dengan nehate bidestxistin, hilbijartin derbasî tûra sêyemîn bû.

Di tûra sêeymîn de Şentop 328 deng anî û bû Serokê Meclîsê. Di vê tûrê de jî 557 deng hatin bikaranîn. Koç 134, Katircioglû 51 û Îmam Huseyîn Fîlîz jî 37 deng bi dest xistin û 7 deng jî hatin betalkirin.