Muslim nûçeyên vekişîna PYD’ê ji Heyet El-Tensîq derewand

Muslim nûçeyên vekişîna PYD’ê ji Heyet El-Tensîq derewand

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim nûçeyên derbarê xwe vekşîna PYD’ê ji Kordînasyona Hêzên Demokrat a Şoreşa Sûriyeyê (Heyet El-Tensîq) derewand.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derbarê nûçeyên di hin çapemeniyan de hatine weşandin û dibêjin ku, PYD xwe ji nava Heyet El-Tensîq vekişandiye daxuyaniyek da ANHA’yê. Muslim diyar kir ku, PYD yek ji hêzên sereke yên ku Heyet El-Tensîq damezrandiye û ew heta niha bi siyasetên Heyet El-Tensîq û rêbazên karê wan ve girêdayîne.

Muslim da zanîn ku, vekişîna PYD’ê ji nava Heyet El-Tensîq ne di rojevê deye, tiştên li ser çapemeniyê hatiye weşandin ji rastiyê dûre û ew nirxandineke şaş ji Dr Mîşêl Kîlo ye. Muslim destnîşan kir ku, ew tu nakokiyê nabînin ku di nava Heyet El-Tensîq de cihê xwe bigrin û di heman demê de hevdîtinên şêwirmendiyê bi hêzên demokratîk ên li Sûriyê re jî bikin.