MUB: Dewlet li Farqînê sûcê li dijî mirovahiyê dike
Desteya Serokatiyê ya MUB'ê da xuyakirin, ku dewlet û hikûmeta Komara Tirkiyeyê li navçeya Amed Farqînê sûcên mezin ên li dijî mirovahiyê dikin.
Desteya Serokatiyê ya MUB'ê da xuyakirin, ku dewlet û hikûmeta Komara Tirkiyeyê li navçeya Amed Farqînê sûcên mezin ên li dijî mirovahiyê dikin.
Desteya Serokatiyê ya MUB'ê da xuyakirin, ku dewlet û hikûmeta Komara Tirkiyeyê li navçeya Amed Farqînê sûcên mezin ên li dijî mirovahiyê dikin.
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Mezopotamyayê (MUB) li ser terora dewleta Tirk a li Farqînê dimeşîne daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şîdeta giran a li Farqînê û hat gotin, "Dewleta Komara Tirkiyeyê bi polîtîkayên statukoparêz, nîjadperest û înkarê re dixwaze pêşî li pêşketina demokratîk bigire. Bi tinehesibandina maf û azadiyên mirovan re, li pêş çavên tevahiya cîhanê mirov tên qetilkirin. Hewl tê dayîn ku hemû beşên civakê, saziyên çapemeniyê, rewşenbîr bên bêdengkirin û tirsandin. Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî bi bêdengiya xwe ya li pêşberî pêkanînên faşîst ên li Tirkiyeyê re cesaretê didin rejîma AKP'ê."
Desteya Serokatiyê ya MUB'ê diyar kir ku bi tank, top û balafiran dest li daxwazên civakê yên rêveberiyeke demokratîk û aştiyane tê werdan û da zanîn, ku ji ber terora dewletê li Farqînê jiyana rojane tevizî ye, maf û rûmeta mirovan hatine binpêkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama bomberdûmana dewletê de gelek mirov hatin qetilkirin û birîndarkirin. Bajarek bi temamî tevî mirovên tê de hedef hatiyue girtin û tol jê tê hilanîn. Li hemberî zilm û şîdeta dewletê, gelê Farqînê û gelên Tirkiyeyê bi lehengî li ber xwe didin. Em êrîşa barbarî ya dewletê ya li hemberî Farqînê bi tundî şermezar dikin û bang li Yekîtiya Ewropayê dikin ku ji bo dawî li van êrîşên li dijî maf û azadiyên mirovan bê anîn û xwedî li nirxên demokratîk bê derketin, bikeve nava tevgerê. Em bang li raya giştî ya cîhanê û gelê Suryanî-Asûrî-Aramî jî dikin ku destekê bidin berxwedana Farqînê. Em berxwedana lehengî ya gelê Farqînê silav dikin. Zîhniyeta ku gelê Farqînê qetil dike, bi nefret şermezar dikin. Em di wê baweriye de ne ku çi zû çi dereng wê gel azadiya xwe bi dest bixin, bibin xwedî rêveberiyeke hevpar û demokratîk."