MPKE rapora xwe ya li ser referandûma 16'ê Nîsanê eşkere kir

Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE), rapora xwe ya derbarê referandûma 16'ê Nîsanê de eşkere kir. Meclîsê, ji rewşa awarte bigire û heta biryara desteya bilind a hilbijartinê, di gelek mijaran de îşaret bi binpêkirinan kiriye.

Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê ku komên çavdêr ji bo referandûma 16'ê Nîsanê şandibû Tirkiyeyê, rapora xwe a fermî eşkere kir.

Meclîsê ragihand ku ji ber rewşa awarte, di referandûmê de azadiyên bingehîn hatin astengkirin û wiha got:

"Referandûm di bin siya rewşa awarte de pêk hat. Waliyan di vê pêvajoyê de erka xwe ya zêdeji bo binpêkirina maf û azadiyê bi kar anîn. Referandûma pêk hatî ne demokratîk e. Di kampanya referandûmê de xerca hate kirin ne adil bû û waliyên dewletê li gelek deveran mîtîng qedexe kirin."

Meclîsa Parlementeran di rapora xwe de diyar kir ku referandûm li dijî pîvanên Ewropayê pêk hat û li ser pêvajoya kampanyayê ev agahî parve kirin:

"Serokkomarê ku pêwîste bê alî bûna, di referandûmê de bi awayekî çalak ji dengê 'ERÊ' re xebitî. Hêzên siyasî di warê propagandayê de nekarîn bi awayekî wekhev ji derfetên ragihandinê sûdê bigrin. Bi taybet kanala fermî a dewletê TRT tenê cih da xebatên alîgirên dengê 'ERÊ'. Dezgehên ragihandinê di pêvajoya kampanyayê de 33.5 ji sedî cih dan AKP'ê û 0.6 ji sedî cih dan HDP'ê."

Meclîsê di rapora xwe de bi bîr xist ku piştî referandûmê çalakiyên protestoyî li dijî Desteya Bilind a Hilbijartinê pêk hatin û wiha got:

"Roja referandûmê Desteya Bilind a Hilbijartinê biryara qebûlkirina pusuleyên bê mohr da û ev yek li dijî qanûnan e. Di vê warî de binpêkirineke berbiçav pêk hat."

Herî dawî di raporê de tê gotin, guhertina destûra bingehîn a ji 18 xalan pêk tê li dijî pîvanên Ewropayê ye.

Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê ji bo referandûma 16'ê Nîsanê komên xwe yên çavdêr şandibûn Enqere, Stenbol, Antalya, Îzmîr û Amedê.

Rapora Meclîsê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, hemû rêxistinên Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropayê weke belgeya referansê tê qebûlkirin.