MOP'ê doza li HDP'ê hate vekirin şermezar kir

MOP'ê li dijî doza girtina HDP'ê helwest nîşan da û got, ''seriyên faşîst ên dewleta Tirk a qirker Erdogan-Bahçelî dibêjin qey wê bi van êrîşan encamê bistînin lê bila dilê xwe xweş nekin, yên mafdar her demê ji xweliyên xwe radibin.''

Partiya Mezopotamyayê ya Azadiyê (MOP) êrîşa dewleta Tirk a a li dijî HDP'ê şermezar kir.

MOP'ê diyar kir, ''Dewleta Tirk a qirker, mêtinger, nîjatpeest û faşîst ji perspektîfa civakî ya HDP'ê ditirse. Vê tirsê dewleta Tirk a faşîst, hikûmeta wê kiriye paranoyayê, bi vî rengî piştî serkeftina 7'ê Hezîrana 2015'an bi hişmendiyeke qirker êrîşê bi ser HDP'ê de tîne'' û got, ''Seriyên faşîst ên dewleta Tirk a qirker Erdogan-Bahçelî dibêjin qey wê bi van êrîşan encamê bistînin lê bila dilê xwe xweş nekin, yên mafdar her demê ji xweliyên xwe radibin.''

MOP'ê di peyama xwe piştevaniyê de wiha got:

''HDP tekane dahatuya gelan, jinan û demokrasiyê ye...Em MOP bang li gelê Asûr, Sûryan, Keldan, gelan û alîgirên demokrasiyê dikin ku li dora HDP'ê kom bibin, têkoşîna demokrasiya civakî geştir bikin, her wiha banga li raya giştî ya cîhanê jî dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker bibin xwedî helweste.''