MOP: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina şaredariyan bê geşkirin

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê da û diyar kir, "Divê em têkoşîna hevpar a demokrasiyê ya gelan li her qadê geş bikin."

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, zîhniyeta mêtinger a dewleta Tirk ku mafên mirovan binpê dike û êrîşî gelê Kurd, gelan û nirxên demokrasiyê dike, nîşan dide ku çiqasî bêçare ye.

MOP'ê destnîşan kir ku xwedîderketina li şaredariyan tê wateya dijderketina li hikumeta fşaîst a zîhniyeta qirker û diyar kir, ev yek jî yek ji şertên girîng ên demokrasiyê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê MOP'ê em bang li gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî dikin ku li van destketiyan bibe xwedî ku di heman demê de bi keda wan hatin afirandin, li her qada ku lê ne tevlî tevgera demokrasiyê ya civakî bibin û li nirxên xwe yên demokratîk bibe xwedî.

Em bang li raya giştî ya dinyayê dikin ku piştevaniya Kurdan û gelan bike ku bi pêşengiya HDP'ê demokrasiyê diparêzin, li faşîzma dewleta Tirk çareseriyê ferz bike.

Eger dewleta Tirk karîbûya pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi faşîzmê çareser bikirabûya niha li Tirkiyeyê ji bilî Tirkan ti gel nedima. Wê demê bi zexta faşîst, qirkirin, komkujî û qeyûman çareserî pêk nayê. Lewma ji bo gel hîn bêhtir zerarê ji vê yekê nebînin divê dewleta Tirk bi rengekî aqilane xwe ji vê zîhniyetê vegire û di çarçoveya nirxên demokratîk de nêzî pirsgirêkan bibe. Têkoşîna demokrasiyê ya hevpar a gelan wê dewleta Tirk bixe nava vê pêvajoyê. Di vê çarçoveyê de bi navê MOP'ê em ê têkoşîna demokrasiyê ya hevpar a gelan li dijî qeyûman li her qadê bimeşînin."