MLKP: Em darbeya faşîst a qesrê têk bibin!

MLKP'ê da xuyakirin ku AKP û Erdogan 'darbeya qesrê' dikin û banga têkoşîne hevpar kir.

MLKP'ê da xuyakirin ku AKP û Erdogan 'darbeya qesrê' dikin û banga têkoşîne hevpar kir.

Komîteya Navendî ya MLKP'ê der barê bicihhatina konsepta şer a AKP û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tayyîp Erdogan, ku gelên me di hilbijartinan de daxwaza wî ya 400 parlamenteran û serokatiyê red kirin û AKP ya wî ji hikûmetê daxist, bi desteka generalên xwe yên faşîst, bi şefên xwe yên polîsan bi MÎT û kontgerîlayên xwe re darbeyek qesrê kir" û ev xal hat destnîşankirin:

'ERDOGAN DIXWEST ŞEFÎTIYA XWE YA FAŞÎST QANÛNÎ BIKE'

"Sedemên darbekarên faşîst ên sivîl ku di rêya Kenan Evren û hevkarên wî yên sûc de dimeşin, dubareya sedemên generalên faşîst ên 12'ê Îlonê ne. Bi vê darbeya faşîst re tê xwestin ku têkoşîna azadî, edalet û wekheviyê ya çîna karker, bindest û gelan, were fetisandin. Hewl tê dayîn ku mafên azadî û demokratîk ên kedkar, jin, ciwan, gundî û xizanan bi dayîna berdêlên giran bi dest xistine, bê tevizandin. Her wiha plan dike ku di nava şer û rewşa awarte de bikeve hilbijartinan, di bin navê serokatiyê de şefîtiya faşîst a Tayyîp Erdogan bê qanûnî kirin.

Şer, binçavkirin, terora girtinê, kuştinên bê daraz, di xwepêşandanan de bikaranîna gaz, ava şid, ço û guleyên rastî, wê bibin rêbazên mêtîngerên faşîst ên di têkoşîna li hemberî gelên me û hêzên şoreşger, demokratîk û antî faşîst de bi kar bînin. Şerê înkarê yê Tayyîp Erdogan bi xwe îlan kir û piştî biryara êrîşê ya li hemberî çalakiyên karker, ciwan, jin û kedkaran, bombekirina Qendîl û Herêmên Parastinê yên Medyayê mînakên destpêkê yên vê ne."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erdogan û AKP'ê bi DYA re peymanek mor kirine, di serî de bikaranîna bargeha Încîrlîkê, hin daxwazên DYA bicih hatine anîn û ev bang hat kirin:

BANGA LI GEL Û ŞOREŞGERAN

"Ji bo têkbirina darbeya faşîst a qesrê, em li dora daxwaza azadî, edalet, aştiyeke bi rûmet û demokratîk, bicivin. Bi grevê, bi xwepêşandanên li kolanan, bi boykotan, bi daxistina derabeyan û girtina kontakan, bi dagirkirina rêyan, bi oxirkirina nemiran, bi destûrnedayîna li terora binçavkirinê, bi astengkirina tevgera polîsên faşîst ên dijminê gel li semtên kedkaran, bi bersiva şîdeta girseyî ya şoreşger li hemberî terora dîktatoriyê re, bi serhildanan re em darbeya faşîst a qesra Tayyîp Erdogan bişikînin."