MKP: Divê jin rabin pêyan
MKP: Li hemberî cînayetên li ser jinan, îstîsmar, şîddet, şertên xebatê yên erzan û dagirkeriyê divê jin rabe ser pêyan.
MKP: Li hemberî cînayetên li ser jinan, îstîsmar, şîddet, şertên xebatê yên erzan û dagirkeriyê divê jin rabe ser pêyan.
Partiya Maoîst Komunîst bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Wekî ku li qada navneteweyî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî êrîşên li ser jinan wekî polîtîkayên taybet tê kirin. Dewleta Tirk a faşîst êrîşî destkeftiyên jinan dike.
Jin ji Şîlîyê heta Hindistanê, ji Lubnanê heta Iraqê, ji Erjantînê heta Rojava, ji Tirkiyeyê heta Bakurê Kurdistanê jin li her derê dadikevin qadan, kolanan û çeperan.
Coşa 8’ê Adarê divê bi berxwedana dîrokî û hayjêbûnê têkeve meriyetê. Li hemberî cînayetên li ser jinan, îstîsmar, şîddet, şertên xebatê yên erzan û dagirkeriyê divê jin rabe ser pêyan. Cînsên ku pêkutî li ser wan heye divê rizgariya xwe ji kolanan heta çiyayan, ji gundan heta amfiyan, ji kargehan heta nava malan bi rêxistin bike û bi helwesteke xurt derxîne holê.”